Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Îpek a di forûma li Silêmaniyê dewam dike axivî, got, "Ji bo li Rojhiata Navîn aştî bicih bibe û dewam bike, divê rewşa girtimayîna fizîkî ya Birêz Ocalan a li Girava Îmrali bê bidawîkirin. Îpek xwest hikûmeta Iraqê li hember DAIŞ’ê tedbîrên cidî bigire û li dijî kesên piştgiriyê didin DAIŞ’ê pêkanînan bike.
Di Forûma Silêmaniyê ya di roj in didome û gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û zanyar beşdar bûne, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî hat xwestin.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli jî tevlî forûmê bûn.
ÎPEK: DIVÊ GIRTÎMAYÎNA FIZÎKÎ YA OCALAN BÊ BIDAWÎKIRIN
Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek a di rûniştina bi sernavê ‘Dînamîkên li Kurdistanê û Gavên ji bo Demokratîkbûnê divê bên avêtin’ de axivî got, “Heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêk neyê mirov nekare behsa ti azadiyan bike. Divê demldest ji bo azadiya Birêz Ocalan qanûn bên derxistin. Divê tavilê rewşa girtimayîna fizîkê ya Birêz Ocalan a li Girava Îmrali bê bidawîkirin . Ji bo li Rojhiata Navîn aştî bicih bibe û dewam bike, divê rewşa girtimayîna fizîkî ya Birêz Ocalan a li Girava Îmrali bê bidawîkirin. "
'LI HEMBER KESÊN PIŞTGIRIYÊ DIDIN DAIŞ’Ê BILA PÊKANÎN BÊN KIRIN’
Îpek bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember destketiyên gelê Kurd û got, "Çeteya barbar DAIŞ, bi taybet êrîşî jin û destketiyên gelê Kurd dike… Ev çete divê tavilê bên tinekirin.”
Îpek xwest hikûmeta Iraqê li hember DAIŞ’ê tedbîrên cidî bigire û li dijî kesên piştgiriyê didin DAIŞ’ê pêkanînan bike. Îpek her wiha xwest dewletên piştgiriyê didin DAIŞ’ê tavilê dest jê berdin û ji raya giştî ya cîhanê xwest ku li hember hêzên piştgiriyê didin DAIŞ’ê pêkanînan bikin.