KCK: Em, hêzên Komkujiya Helepçeyê pêk anîne lanet dikin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê, di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya salvegera Komkujiya Helepçeyê de, hêzên komkujî pêk anîne lanet kir.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê, di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya salvegera Komkujiya Helepçeyê de, hêzên komkujî pêk anîne lanet kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, yên Komkujiya Helepçeyê pêk anîne lanet kir û got, "Gelê Kurd û têkoşîna me ya azadiyê, wê li dijî hemû hêzên mîna Helepçeyê dixwazin Kurdan qir bikin bi biryardarî têkoşîna xwe dewam bike û ji bo careke din komkujî rû nedin, wê Kurdistana azad û demokratîk ava bike."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di salvegear 27. de em li pêşberî şehadeta 5 hezar Kurdên li pêş çavê tevahiya cîhanê li Helepçeyê bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta mêtînger a Iraqê ve hatin qetilkirin, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û hêzên ev komkujî pêk anîne ni nefret lanet dikin."
KCK'ê got, "Komkujiya Helepçeyê, pêkanîna zalimane ya zîhniyetê mêtînger, qirkirina çandî ya li Rojhilata Navîn li hemberî gelê Kurd tê meşandin e" û ev xal destnîşan kir:
"Vê komkujiyê, di kesayetiya rejîma Saddam de nîşan da ku hêzên mêtînger ên li herêmê bi çi rengî li hemberî gelê Kurd polîtîkayeke bê wijdan dimeşînin. Yên ku di dema Kurd bi bombeyên kîmyewî li Helepçeyê hatin qetilkirin dengê xwe dernexistin, ancax piştî çend salan li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî Komkujiya Helepçeyê xistin rojeva xwe. Vê rastiyê nîan da ku dema Kurd bibe mijara gotinê, hêzên navneteweyî hemû nirxên xwe yên mirovahiyê datîne aliyekî.
Bi tenêhiştin û desteknekirina Komara Kurd a Mahabadê, bêdengiya li qirkirina 1938 Dêrsimê û bêdengiya li pêşberî Komkujiya Qamişlo, di şiyarbûn û zanebûna Kurdan a der heqê polîtîkayên hêzên herêmî û navneteweyî de roleke girîng lîstine. Kurdan dîtin ku azadî û jiyaneke demokratîk ancax bi berxwedaneke rêxistinbûyî û têgihiştineke cewherî dikare pêk were û li ser vê bingehê têkoşiyane.
Kurd bi asta xwe ya heyî ya zanebûn, rêxistinbûyîn û têkoşînê re bûne xwedî wê hêzê ku pêşî li Helepçeyên nû bigirin. Di heman demê de gelekî nêzî azadiya her çar parçeyan bûne. Bi têkoşîna li Kurdistanê re ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo jiyana demokratîk û azad a hemû gelên Rojhilata Navîn xwe gihandine asta pêşengiyê.
Gelê Kurd û têkoşîna me ya azadiyê, wê li dijî hemû hêzên mîna Helepçeyê dixwazin Kurdan qir bikin bi biryardarî têkoşîna xwe dewam bike û ji bo careke din komkujî rû nedin, wê Kurdistana azad û demokratîk ava bike."