Endamê asayîşê Bilind Ebdo hat defnkirin

Bi sedan welatiyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Ebûrasên cenazeyê endamê hêzên asayîşê Bilind Ebdo (Mazlûm) yê 12’ê Adarê di berxwedana Til Temirê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, oxirkirin.

Bi sedan welatiyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Ebûrasên cenazeyê endamê hêzên asayîşê Bilind Ebdo (Mazlûm) yê 12’ê Adarê di berxwedana Til Temirê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, oxirkirin.

Bi armanca oxirkirina cenazeyê endamê asayîşê bi sedan welatiyên her sê bajaran û gundên girêdayî wan li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê kom bûn. Welatiyên ku hatin cem hev al û sembolên Kurdî hilgirtin.

Girseya gel bi karwanekî wesayîtan ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan di nava diruşmeyên silavkirina berxwedana YPG’ê û şehîd namrin de birê ket û ber bi goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê çû.

Piştî ku girse gihişt goristanê merasîmeke hat lidarxistin. Merasîma leşkerî ya ji aliyê endamên asayîşê ve hat lidar xistin. Paşê jî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û Malbata têkoşer Mazlûm û hêzên bajarê Tiltemirê, axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hat gotin têkoşer Mazlûm û hevalên û xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku êrîşî bajarê Til Temirê kirin, bi qehremanî şer kirin û êrîşên çeteyan asteng kirine.

Piştre jî belgeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata têkoşer hat kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyê têkoşer Mazlûm di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.