Karbadag: Desthilatdarî êdî qesta canê girtiyên nexweş dike

Serokê Şaxê Îzmîrê yê TAYD-DER'ê Mûsa Karbadag destnîşan kir, ku desthilatdarî qesta canê girtiyên nexweş dike û diyar kir ku tevî hemû qîrînan, rastiya heyî ya girtiyên nexweş, rastiya girtîgehan ji nedîtî ve tên.

Serokê Şaxê Îzmîrê yê TAYD-DER'ê Mûsa Karbadag destnîşan kir, ku desthilatdarî qesta canê girtiyên nexweş dike û diyar kir ku tevî hemû qîrînan, rastiya heyî ya girtiyên nexweş, rastiya girtîgehan ji nedîtî ve tên.

Dewlet, di mijara girtiyên nexweş de bi biryardarê gavê neavêje. Tevî vê yekê li mirina girtiyên nexweş temaşe dike. Beriya niha bi demeke kurt, girtiyê nexweş Abdulsamet Çelîk, salek piştî derketina ji girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Nûçeyeke din a mirinê ji Girtîgeha Bandirmayê hat. Kulîng Sevîlgen ê 17 sal in li girtîgehê dihat ragirtin, ji ber ku ew rakirin nexweşxaneyekê, teşhîs lê nehat kirin û weke 'krîza dil' derbas kir li qeydan hat nivîsandin. Der barê rewşa girtiyên nexweş de Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevanî ya Malbatên Girtiyan (TAYD-DER) Şaxê Îzmîrê Mûsa Karbadag ji ANF'ê re axivî.

Karbadag diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên li Herêma Egeyê ne roj bi roj xerab dibe û got, "Girtiyên bi nexweşiyên giran Sekvan Becerîklî, Erdal Polat, Abdûllah Bati, Adem Îşçî, Halîl Çelîk, Abdlkahir Aksoy, Yilmaz Sûncak û Adem Amag êdî bi ti awayî nikare li girtîgehê bên tedawîkirin. Ev girtî ji ber ku nayên berdan û tedawiya wan tê astengkirin, li girtîgehê rastî îşkenceyê tên." Karbadag gazin kir ku raya giştî di mijara girtiyên nexweş de gelekî xemsar e û anî ziman ku ji bo raya giştî hişyar bike û balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş, em xwe amade dikin xebatekê bidin destpêkirin.

'BERXWEDANA GIRTÎGEHÊ ZEXTA MUZAKEREYÊ LI DEWLETÊ KIR'

Karbadag da xuyakirin ku di destpêkirin û hatina vê astê ya muzakereyê de tevkariya herî mezin ji girtîgehan hatiye kirin û got, "Li girtîgehan berxwedanek ji 60 rojî hat nîşandan. Bi saya berxwedana van hevalan a li girtîgehan, dewletê û Rêberê me pêvajoya muzakereyê dane destpêkirin. Heta roja îro ev îtîbar û maf radestî girtîgehan nehat kirin. Ji destpêka pêvajoyê û vir ve kes li ser tevkariya girtîgehan li pêvajoya çareserî û aştiyê nesekinî. Lewma eger behsa pêvajoyeke demokratîk tê kirin, behsa pêvajoyeke çareseriyê tê kirin, divê lingê vê yê destpêkê li girtîgehan were avakirin."

'JI HER DARBESTA JI GIRTÎGEHAN DERKEVE EM HEMÛ BERPIRSYAR IN'

Karbadag da zanîn ku divê desthilatdariya AKP'ê berê xwe bide girtîgehan û destnîşan kir ku ji bo têgihiştinek di wijdanê civakê de biafire, ev neçariyeke. Karbadag diyar kir ku li koda dewletê ya dijminatiya li girtîgehan hînê neguheriye û got, "Beriya her tiştî divê ev koda dijminatiyê ya li girtîgehan biguhere. Lewma di vir de kêmasiyên rêxistinên civakî yên sivîl jî hene. Mixabin me ev bêdengiya heyî nekarî ji holê rakin. Ji ber vê yekê ev 3-4 meh in rojane ji girtîgehan darbest derdikevin. Di vir de her çend berpirsyar dewlet tê dîtin jî, di van cînayetên heyî de, para me hemû civakê heye."

'WEKE HÊSRÊN ÇAVAN Û CENAZE LI CIVAKÊ VEDIGERE'

Karbadag ragihand ku desthilatdarî bi nêrîneke îdeolojîk li girtiyên nexweş dinêre û axaftina xwe wiha dewam kir: "Polîtîkaya dîlgirtinê heye. Nêzîkatiya dijminane ya ji ber vê polîtîkaya dîlgirtinê derket holê, weke hêsrên çavan û cenaze li civakê vedigere. Di asta heyî de girîng e wijdanê civakê rabe ser piyan. Berpirsyariya vê karî jî divê partiyên siyasî bikin."

'TEVÎ HEMÛ QÎRÎNÊN ME JÎ RASTIYA GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊ DÎTIN'

Di mijara girtiyên nexweş de Karbadag banga hişyarî û hestiyarê li raya giştî kir û got, "Weke TAYD-DER a Îzmîrê, di her darbesta ji girtîgehan derkevin de em ê li kêmasiya personel, kêmasiya midûrê girtîgehê, kêmasiya dozgeriyê û kêmasiya Wezareta Edaletê negerin. Divê ev yek baş were zanîn; desthilatdariya ku tevî hemû bangên me dibêje min nebihîst, nedît û nizanim, ji vê saetê û şû ve wê ne berpirsyarê darbesta derkeve be, wê yê ku qesta canê girtiyan kiriye be. Ji ber ku tevî hemû qîrîn û hawara me, rastiya girtiyên nexweş, rastiya girtîgehan a heyî nayê dîtin."