Komkujiyên Qamişlo û Gazî li Wanê hatin şermezarkirin

Li Wanê komkujiyên Gazî û Qamişloyê bi meşeke meşaleyî hatin şermezarkirin.

Li Wanê komkujiyên Gazî û Qamişloyê bi meşeke meşaleyî hate şermezarkirin. 

Rêxistina HDP’ê ya WAnê ji bo şermezarkirina komkujiyên Gazî û Qamişloyê meşeke meşaleyî li dar xist. Welatiyên ku li ber avahiya HDP’ê kom bûn pankarta “Me ji Qamişloyê heta Gaziyê komkujî ji bîr nekir em ê nedin jibîrkirin” vekirin û meşaleyan meşiyan. Piştî meşa ku li Parka Feqiyê Teyran bi dawî bû ji bo kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Rêveberê HDP’ê Serkan Aslan li vir axivî û got ku komkujiyên bi destên dewletê hatine kirin nehatine ronîkirin. Aslan anî ziman ku komkujiyên li Helebce, Gazî, Qamişlo û Geziyê hatine kirin encama heman ferasetê ne. 

Aslan bang li dewletan kir ku ji ber komkujiyên li dijî Kurd û Elewiyan kirine lêborînê bixwazin û berpirsyarên komkujiyan bên dîtin.