‘Erdnîgariya em li ser dimeşin veguherandine bombeyê’

Hevseroka DBP’ê Emîne Ayna, tevlî mewlûda ji bo endamê Meclîsa Şaredariyê ya DBP’ê Tahsîn Aktî û xebatkarê şaredariyê Metîn Altindaş ên li Kobanê di encama teqîna bombeyê de jiyana xwe ji dest dan bû. Ayna sersaxî ji malbatan re xwest.

Hevseroka DBP’ê Emîne Ayna, tevlî mewlûda ji bo endamê Meclîsa Şaredariyê ya DBP’ê Tahsîn Aktî û xebatkarê şaredariyê Metîn Altindaş ên li Kobanê di encama teqîna bombeyê de jiyana xwe ji dest dan bû. Ayna sersaxî ji malbatan re xwest. 

Ji bo endamê Meclîsa Şaredariyê ya DBP’ê Tahsîn Aktî û xebatkarê şaredariyê Metîn Altindaş ên li Kobanê di encama teqîna bombeyê de jiyana xwe ji dest dan, li malên taziyeyê yên li Taxa Esenler û Selîm Bey ên Wanê mewlûd hatin dayîn. Hevseroka DBP’ê Emîne Ayna, parlamenterên HDP’ê Ozdal Uçer, Aysel Tûglûk, endama Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê Herdem Kizilkaya, endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Çîmen Alturk, Hevşaredarên Çinarli Rûkiye Yilmaz, Hevserokên Rêxistina Bajêr a HDP’ê Veysî Dîlekçî, Derya Hayva, Hevserokên DBP’a Wanê Hamiyet Şahîn, Parêzer Mîraz Çalli, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, Bekîr Kaya, hevşaredarên navçeyan, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl jî beşdarî mewlûdan bûn. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Metîn Altindaş û Tahsîn Aktî li cihê mewlûdan hatin daliqandin.

Di destpêkê de li Mala Serxweşiyê ya Esenlerê, ji bo xebatkarê Şaredariyê Metîn Altindaş mewlûd hat dayîn. Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku heta gelê Kurd azad nebe, wê nikare di rojên xweşiyê de li hev kom bibin. Ayna da xuyakirin ku Metîn û Tahsîn ji bo alîkariyê çûbûn Kobanê û got, "Mîna hemû bajar, şaredarî û xebatkarên me yên şaredariyan, ji bo alîkariyê bide gelê me yê li wir mexdûr bûye, çûn. Ji bo bersivê bidin pêwîstiyên rojane çûn. Lê belê bi encama herî bi lanet a şer a bi navê mayînê rast hatin. Rastiya Kurdan ev e. Li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê be jî, di sedsala 21'an de erdnîgariya em li ser dijîn, erdnîgariya em li ser dimeşin, veguherandine bombeyekê. Li her parçeyî ev yek kirine. Îsyana me li hemberî vê ye."

'EWQAS RÊXISTIN, DEWLET LI DIJÎ KURDAN ÇEKÊ HILDIGIRIN, DI VÊ REWŞÊ DE ÇEK WÊ ÇAWA BÊDENG BIBIN?'

Ayna da xuyakirin ku ya îro herî zêde li ser tê axaftin çareseriya pirsgirêka Kurd û bêdengbûna çekan e û got, "Başe, ev ê çawa bibe? Li Rojhilata Navîn ewqas rêxistin radihêjin çekan, dewlet li hemberî gelê Kurd radihêje çekan, li hemberî gelekî bê dewlet û bê statu, bi dehan rêxistin û bi dehan dewlet xwe birêxistin dikin. Ji bo gelê Kurd qetil bikin, tine bikin radihêjin çekan. Kurd niha li çareseriya vê digerin. Ev kar wê çawa bimeşe. DAIŞ dema vedikişe, mayînan diçîne. Dixwaze jin, zarok, kal, pîr, em bimirin. Dixwaze Kurd bimirin."

Ayna bibîr xist ku DAIŞ ji hovîtiya xwe re dibêje Îslamiyet û got, "Îslamiyetê bi vî rengî li cîhanê didin naskirin. Lê em dibêjin Îslama demokratîk, em diçin heta dema destpêkirina Îslamiyetê. Em dibêjin derketina Îslamiyetê îsyanek li dijî koledarî, li dijî sîstema koledariyê ye. Yên ku destpêkê destek dan Îslamiyetê, gelo ne kole bûn? Çima? ji ber ku li dijî koledariyê, li dijî mejiyê dewletparêz, li hemberî zîhnetê desthilatdar û qetlîemkar derket holê. Îsyana îro ya Kurdan jî bi heman rengî ye."

'XWÎNA WAN BELASEBEP NEHERIKIYE, EM Ê XEYALÊN WAN PÊK BÎNIN'

Ayna piştre ji bo Tahsîn Aktî konê serxweşiyê yê li taxa Selîm Beyê hat vedan ziyaret kir û di axaftina xwe ya li vir de jî got, "Nikarin bi gelê Kurdistanê re gavê bi paşve bidin avêtin. Her êşek dilê me bi êş û xemgîniyan dadigire. Piştî her êşê em sozeke nû didin. Em ê xwîna we li erdê nehêlin. Ev ne sozeke hilanîna tolê ye. Em dibêjin xwîna we belasebep neherikiye. Gelê Kurdistanê wê azad bibe. Lewma xwîna wan wê li erdê nemîne. Kobanê bi navê we re bedewtir bû. Em ê we ji bîr nekin."

Xizmên Aktî û Altindaş ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan gotin, "Şehîdên me şehîdên Kurdistanê ne. Em ê têkoşîna wan dewam bikin." Piştî dûayan û xwarinê mewlûd bi dawî bû.