Şandeya aqilmendan hat Kobanê

Şandeya aqilmenda û însiyatifa ji nû ve avakirina Kobanê ya saziyên karmendan îro ji bo dîtina rewşa Kobanê hatin Kobanê.

Şandeya aqilmenda û însiyatifa ji nû ve avakirina Kobanê ya saziyên karmendan îro ji bo dîtina rewşa Kobanê hatin Kobanê.

Piştî rizgarkirna navenda Kobanê û despêkirina ji nû ve avakirina Kobanê gelek şande ji welatên cuda ji bo çavderiyan bikin tên Kobanê. Îro jî şandeya aqilmendan û însiyatîfa ji nû ve avakirina Kobanê ku ji sazî û kesayetên cuda pêk tê, ji bo dîtina Kobanê û çavderiyan bike, ji Bakurê Kurdistanê hatin Kobanê. Şandeya ji nû ve avakirina Kobanê û şandeya aqilmendan bi rêveberiya Kantona Kobanê û Serokwezîrê Kantonê Enwer Mislîm re civînek pêk anî. Di civînê de ji bo avakirina Kobanê, li ser pêwîstî û kêmasiyan hat rawestîn. Piştî civînê şande ji bo çavdêriyê bike li navenda Kobanê geriya.

Însiyatîfa ji nû ve avakirina Kobanê ji 20 saziyan ava bûye û di nav de gelek kesên pispor, doktor karmend, saziyên jinan jî hene.