Li Başûrê Kerkûkê danê sibehê operasyonê destpê kir

Li Başûrê Kerkûkê, operasyonên hêzên Kurd ên ji bo dawîanîna li hebûna DAIŞ'ê, dewam dikin.

Li Başûrê Kerkûkê, operasyonên hêzên Kurd ên ji bo dawîanîna li hebûna DAIŞ'ê, dewam dikin. Di operasyoa danê vê sibehê de gelek gundên li başûrrojhilatê bajêr hatin azadkirin. Li derdora bajarokê Beşîr ê li başûrê bajêr jî pevçûnên dijwar diqewimin.

Waliyê Kerkûkê NecmeddîN Kerîm duh bi şev daxuyaniyek da çapemeniyê. Kerîm bal kişand ser serdana Serokkomarê Iraqê li bajêr û encamên nîqaşa bi rayedarên ewlekariyê re û got, "Em ê gundên li başûrê Kerkûkê biparêzin."

Piştî vê daxuyaniyê îro danê sibehê saet di 07:30 de, li herêma Beşîr a ser bi navçeya Kerkûk Taze Xûrmatû hêzên Kurd dest bi operasyoneke berfireh kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, di operasyonên li başûrê herêmê de milîsên Şîa yên Heşt El Şabî jî cih digirin. Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyona hêzên Kurd de, gelek gund hatin rizgarkirin.

Berpirsyarê Eniya 4. a Başûrê Kerkûkê Westa Resûl da xuyakirin, ku ji ber amadekariya beriya niha baş hatiye kirin, bi pêngava xwe re ew bi lez bi pêş ketine. Resûl anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê li gelek gundan têk çûne û neçar mane birevin. Resûl diyar kir ku di destpêkê de wan berê xwe dane gundên Qere Yall, Şêx Sener, Şêx Fayzû Hûmeyriye û armanca wan ew e ku bi bidestxistina Hûmertiye re deqeyan bi qasî 7 kîlometreyan derxînin derveyî pozîsyona beriya operasyonê.

GELEK GUND HATIN RIZGARKIRIN

Di operasyona Hêzên Giştî ya 70. a Pêşmergeyan de tevî gundên Qereyal, Şêx Sener û Şêx Fayêz qadeke berfireh hat kontrolkirin, wargehên Yermûk û Seyîd jî ji çeteyan hatin paqijkirin.

Hat ragihandin ku hêzên pêşmerge yên li herêmê bi pêş ve diçin.