Berxwedana Kobanê meha 6. li pey xwe hişt

Li Kobanê operasyonên azadkirinê didomin û nobetên li xeta sînor ên ji destpêka berxwedanê de hatibûn destpêkirin jî 6 meh li pey xwe hişt.

Li Kobanê operasyonên azadkirinê didomin û nobetên li xeta sînor ên ji destpêka berxwedanê de hatibûn destpêkirin jî 6 meh li pey xwe hişt. Operasyonên azadkirinê yên hêzên YPG û YPJ’ê li eniya rojhilat, başûr û rojava didomin, berxwederên  li gundên Miseynter, Mehser û Elîzerê jî bi çalakî û bernameyan  dibêjin ‘wê heta dawiyê ligel berxwedana Kobanê bin’.

Çeteyên DAIŞ’ê di meha Tîrmeha 2014’an de êrîşê Kobanê kir. Gundên sînorê Kobanê ku ji destpêka berxwedana Kobanê de li ser piyane, ji 15’ê Îlona 2015’an de berxwedana xwe bilind kirin. Bi berxwedana dîrokî ya Kobanê re piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê hat paqijkirin jî nobetên li sînor berdewam kirin û 6 meh li du xwe hişt.

TIŞTA KU BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ ANÎ: AZADÎ

Ligel berxwedana Kobanê li Pirsûsê jî li Zaret Serxetê kon hatin vedan û piştî berxwedana serxetê li gundên Xirbeyê Berana û Elîzer jî çalakiyên nobetê hatin destpêkirin.  Di 15’ê Îlonê de piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ji Girê Spî destpê kirin û li sê eniyan bi çekên giran êrîş kirin li gundê Ogan ên Pirsûsê ku 20 kîlometreyî li rojhilatê Kobanê ye nobetên berxwedanê hat destpêkirin. Polîs û leşkeran bi dehan carî êrîşî konên nobetê kir.  Çalakiyên kon di yekemîn hefteyê Cotmehê de birin gundê Etmanek yê li hemberî bajarê Kobanê. Polîsan û leşkeran li vir jî bê navber êrîş kir û çalakiyên nobetê bi dorê birin gundê Elîzer, Qop, Behtê, Zehwan û Dewşen.  Li aliyê Rojava yê Kobanê jî li gundên Boydê, Swêdê, Aşme Serxet, Henêrk û Kolîk hat girtin. Bi armanca ku piştgiriyê bidin berxwedana kobanê û pêşî li derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê bigirin bi hezaran kes ji Tirkiyeyê û gelek cihên cuda yên cîhanê hatin û tevlî çalakiyan bûn û her wiha di çalakiyan de rastî êrîşa polîs û leşkeran hatin.  Gelê ku xeta sînor terk nekir çalakiya xwe berdewam kirin.  Etmanek, Zehwan û Murşîtpinar bi hinceta ewlehiyê wek herêma leşkerî hat îlankirin. Ketin û derketina sivîlan hat qedexekirin. Hemû herêm xistin bin dorpêçê.

Di 29’ê Mijdara 2014’an de wesayîteke bombebarkirî ku hat gotin ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye piştî ku deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbas kir hat teqandin û hemû bala cîhanê li vir bû.  Bi hezaran kesî berê xwe dan wir û li gundên Mehser û Miseynterê  û gundên xeta sînor tevgera leşkerî hat dîtin.

AZADIYÊ DESTPÊKÊ MIŞTENÛR RONÎ KIR

 Berxwedana Kobanê di roja 134’an de serketina xwe îlan kir. Ev serketina YPG û YPJ’ê li xeta sînor bi şahiyan hat pîrozkirin. Ala TEVDEM’ê li girê Miştenûr hat daliqandin û bi hezaran kesî ji bo Kobaniya azad bi çavê xwe bibînin herikîn sînor.

YPG Û YPJ’Ê LÊ XIST: SERXETÊ GOT EZ LI GEL WE ME

Hêzên YPG û YPJ’ê piştî azadkirina navenda Kobanê dest bi operasyonên paqijkirina gundan kirin û di demeke kurt de gelekî pêş ketin.  YPG û YPJ’iyên ku berê Rojava da Cerablusê hemû gundên li ser rê azad kirin û gundê Zor Mîxar, Zaret, Şêxler yên Cerablus ji pêş ve didîtin azad kirin û ji Firatê av vexwarin. Li Rojava jî 10-15 kîlometre nêzî Girê Spî bûn û gundên van deran jî azad kirin. Li Reqqa û Til Ebyadê çete tirsiyan.  Çeteyên DAIŞ’ê ji ber vê tirsê bi hêzek mezin êrîşî Tîl Xenzîr a 30 kîlometreyî ji Serêkaniyê dûr e kirin.  Hêzên YPG û YPJ’ê windahiyên mezin dan çeteyan û ber bi Til Ebyad ve çûn.

Turbeya Suleyman Şah di 21’ê Sibatê de bi alîkariya YPG û YPJ’ê ji tehdîda DAIŞ’ê hat xilaskirin û anîn gundê Aşme ya girêdayê Kobanê. Ligel ku operasyon hemû di bin agahiya rayedarên kontonê de û di bin kontrola YPG û YPJ’ê de hat krin jî Tirkiyeyê ev ji raya giştî ya xwe veşart.

HÎMÊ ÇANDINIYA HEVPAR TÊ AVÊTIN

Bi navenda Kobanê re piştî azadkirina beşek mezin a gundan, Kobaniyên koçî Pirsûsê kiribûn û li 6 konbajaran diman jî ligel bangên hay ji xwe hebin, vegeriyan Kobanê. Heta niha 30 hezar kes vegeriyane. Her wiha xebatên avakirina Kobanê didomin. Ligel vê nobetên li gundê Mehser, Miseynter û Elîzerê didomin. Li gundê Miseynetê Muzeya Arîn Mîrxan û pirtûkxaneya Kader Ortakaya hat vekirin û piştre hîmê Akademiya Zanista Civakî ya Şehîd Zinar hat avêtin. Her wiha li gund amadekariya çandiniya hevpar tê kirin.

GUNDÊN BERXWEDANÊ JI BO NEWROZÊ XWE AMADE DIKIN

Li gundê Mehser, Miseynter û Elîzerê di roja 180’emîn de berxwedana Kobanê tê silavkirin û her wiha li gundê Etmanek jî amadekariya Newrozê didome. Tê payîn ku wê hevserokên KCD, HDP, DBP’ê, parlametner, nûnerên sazî û lijneyan, heyetên ji derveyê welat û hezaran kest tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.