Bernameya Newrozê ya Wanê hat aşkerakirin

Bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên li Wanê aşkera bû. Agirê Newrozê wê di 17'ê Adarê de li Ebex, Şax, Mehmûdî û Bêgirê were pêxistin, di 20'ê Adarê roja Înê de bi tevlîbûna Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wê li navenda Wanê Newroz bê pîrozkirin.

Bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên li Wanê aşkera bû. Agirê Newrozê wê di 17'ê Adarê de li Ebex, Şax, Mehmûdî û Bêgirê were pêxistin, di 20'ê Adarê roja Înê de bi tevlîbûna Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wê li navenda Wanê Newroz bê pîrozkirin.

Der barê pîrozbahiyên îsal ên Newrozê yên li Wanê de, bi beşdariya Serokê Komîteya Amadekar Fadil Bariştiran, rêveberên DBP û HDP'ê yên Bajêr, li avahiya HDP'ê ya Bajarê Wanê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Bariştiran da xuyakirin ku di pîrozbahiyên îsal de wê daxwaza 'Ji Ocalan re Azadî' derkeve pêş. Bariştiran anî ziman ku ji ber pîrozbahiya li navenda Wanê wê di roja Înê de pêk were, wê li qada pîrozbahiyê Nimêja Înê ya sivîl were kirin. 

Bariştiran ragihand ku li gorî bernameya wan amade kirine, wê agirê Newrozê destpêkê li Ebex, Şax, Mehmûdî û Bêgirê di 17'ê Adarê de were pêxistin û got, "Newroz, piştre wê di 18'ê Adarê de li Erdîş, Qelqelî, Payîzava, di 19'ê Adarê de li Mûsk, Elbak û Westanê û herî dawî jî di 20'ê Adarê de wê bi beşdariya Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li navenda Wawnê were pîrozkirin."

BI ŞIYARA 'ÊDÎ BES E, JI RÊBER APO RE AZADÎ' AGIR WERE PÊXISTIN

Bariştiran da zanîn ku dema pêvajoya heyî û hilbijartinên 7'ê Hezîranê li ber çavan were girtin, girîngiya Newroza îsal bêhtir tê fêmkirin û got, "Dirûşma bingehîn a Newroza îsal, wê daxwaza ji bo azadiya Birêz Ocalan be." Bariştiran diyar kir ku dirûşma sereke ya Newroza îsal wê "Êdî bes e, ji Rêber Apo re azadî" be.

Bariştiran da xuyakirin ku di pîrozbahiya 20'ê Adarê de Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenter Aysel Tûglûk, Nazmî Gur, Ozdal Uçer û hunermend Marûf, Sîpan Xelat, Zelal Gokçe, Grup Vardiya û komên muzîkê yên NÇM Wanê, wê li pîrozbahiyê de amade bin.