NAV-DEM: Bi ruhê berxwedana Kobanê em rêhevala Ivana pêşwazî bikin
NAV-DEM'ê ji bo pêşwaziya li balafirgehê û meşa li Dûîsbûrgê ya ji bo Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da, banga tevlîbûnê kir.
NAV-DEM'ê ji bo pêşwaziya li balafirgehê û meşa li Dûîsbûrgê ya ji bo Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da, banga tevlîbûnê kir.
NAV-DEM'ê ji bo pêşwaziya li balafirgehê û meşa li Dûîsbûrgê ya ji bo Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da, banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Tevgera Azadiyê ya Kurd veguheriye mewziyeke hemû şoreşger, demokrat û sosyalîstan."
Rêveberiya NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo meşa ji bo şervana MLKP'ê Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li Rojava jiyana xwe ji dest da, banga tevlîbûnê kir.
'DIVÊ XWEDÎ LI HOFFMANN BÊ DERKETIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şervana MLKP'ê rêhevala Ivana hem weke sosyalîstekê hem jî weke jinekê nîşan da ku di şoreşa Rojava de piştevaniya enternasyonalîst bi çi rengî dibe" û ji gelê Kurd, şoreşger, demokrat û sosyalîstan hat xwestin, ku xwedî li Hoffmann derkevin.
'TEVGERA AZADIYÊ YA KURD BÛ MEWZIYA HEMÛ ŞOREŞGERAN'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser komkujiyên di meha Adarê de rû dane û ev xal hat destnîşankirin:
"Meha em tê de ne ji bo gelê Kurd meheke komkujî û berxwedanên bi heybet e. Di vê roja ku em amadekariyê dikin li Elmanya rêhevala Ivana pêşwazî bikin de, beriya 12 salan rejîma Baas a dîktator li Qamişlo komkujiyek kiribû û hewl dabû Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan bitepisîne. Her wiha di 18'ê Adarê de bi Komkujiya Helepçeyê re xwestin daxwaza azadiyê ya gelê Başûrê Kurdistanê ji holê rakin, bi Komkujiya Gazî re hewl dan daxwaza azadî û wekheviyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pûç bikin.
Têkoşîna Azadiyê ya Kurd di roja îro de veguheriyeke rewşeke navneteweyî, bûye paradîgmayeke di oxira wê de têkoşîn were meşandin û mewziyeke hemû şoreşger, sosyalîst û demokratan. Heta ku pêşengên me yên weke rêhevala Ivana hebin, bila qetlîemkar û serdest zanibin ku ti hêz wê nikaribe pêşî li meşa azadiyê ya gelên me bigire."
BANGA JI BO TEVLÎBÛNA MERASÎMA PÊŞWAZÎKIRINÊ Û MEŞÊ
NAV-DEM'ê bang li hemû derdorên hestiyar kir ku beşdarî pêwazîkirina roja Înê ya li balafirgehê bibin û ji bo meşa bîranînê ya roja Şemiyê jî ev bang kir: "Banga me li hemû rêveberên me, Navendên me yên li NRW û hemû şoreşger û demokratan e; Roja Şemiyê saet di 13:00 de li Dûîsbûrg Amtsgerich Hamborgê em beşdarî meşa bîranînê û merasîma li goristanê bibin û xwedî li rêhevala Ivana derkevin. Bi ruhê Berxwedana Kobanê em rêhevala Ivana pêşwazî bikin."