Doza înfazê ya Ebexê ev 6 sal e li benda ‘edaletê’ ye!
Doza ku du gerîlayên HPG û xwendekarekî lîseyê hatin îfazkirin ji sala 2009’an heta niha didome. Parêzer Nûrî Kesercî, got ku beyî îfadeyên şahidên veşarî bê girtin, gumanbar hatine berdan.
Doza ku du gerîlayên HPG û xwendekarekî lîseyê hatin îfazkirin ji sala 2009’an heta niha didome. Parêzer Nûrî Kesercî, got ku beyî îfadeyên şahidên veşarî bê girtin, gumanbar hatine berdan.
Doza ku du gerîlayên HPG û xwendekarekî lîseyê hatin înfazkirin ji sala 2009’an heta niha didome. Parêzer Nûrî Kesercî, got ku beyî îfadeyên şahidên veşarî bê girtin, girtî hatine berdan. Kesercî da zanîn ku divê Komîsyonên Heqîqetê demildest ava bibin.
ÎNFAZ KIRIN, GOTIN PEVÇÛNE
Di 7’ê Cotmeha 2009’an de du gerîlayên HPG’ê û xwendekarekî lîseyê Îbrahîm Atabay hatin înfazkirin û bûyer wek pevçûnê hatibû nîşandan. Li ser îxbara înfazê ya 9 leşkerên ku tevli operasyonê bibûn, lêpirsîn hat destpêkirin û di nav de albay, bînbaşî û ustegmenek jî 17 leşker di 22’ê Gulan a 2012’an de hatin girtin. Di çarçveya lêpirsînê de cigirê fermandarê Alaya Cendermeyan a Wanê Albay Vecîhî Halîl Îyîgun, Alîkarê Fermandariya Tabura Tevgera Taybet a Cendermeyan Bînbaşi Hakan Başakligîl, Ustegmen Muhlîs Çolak, Berbaz Kabîn Tanyelî, Unal Demîrbaş, Hasan Emîr, Mustafa Kupelî, Abdullkadît Karacaca, Abdulmutalîb Ateş, Mustafa Perpîl, Mehmet Kocaboga, Hamza Çelîk, Huseyîn Guzel, Mewlut Mete û Ozgenç Soylu piştî ku îfadeyên wan li dozgeriya Erdîşê hatin girtin şûnde sewqî Dadgeha Cezaya Sulh kirin û û bi sûcê ku ji qestî kes kuştine hatin girtin. Lê ji bilî Albay Vecîhî Halîl Îyîgun 16 leşker li ser îtîrazê du roj şûnde hatin berdan. Îyîgun jî di 7’ê cotmeha 2013’an de hatibû berdan. Di çarçoveya dozê de pêzerê Nûrî Kesercî serî li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê da û daxwaza wî ya ku înfaz çawa hatiye kirin bê zelalkirin, hat qebûlkirin.
Parêzerê dozê û birayê gerîlayê HPG’ê Sadullah Kesercî, Nûrî Kesercî pêvajoya dozê ji ANF’ê re vegot.
MIN CESED DÎT GULE LI HER DERÊ WÎ BARANDIBÛN
Kesercî got ku piştî bûyerê çûne gundê ku bûyer lê pêk hatiye û leşkeran gerîla û xwendekarê lîseyê teslîm girtine. Kesercî da zanîn ku li ser vê yekê serî li Dozgeriya Komarê ya Ebaxê dane û di daxwaznameyê de pirsîne ku ev mijar rast e yan na, lê dozger gotiye tiştekî wisa tine, gerîlayên HPG’ê di encama pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane. Kesercî got ku bi ÎHD û Mazlum-Derê re li cihê bûyerê lêkolîn kirine û got: “Dema em çûn cihê bûyê, dozger nehatibû cihê bûyerê, lêkolîn nekiribûn û dema li ser cesedên li morgê muayene dihat kirin ez amade bû. Me ev jî wiha hîn kir; şahidan got ku hinek parçeyên hestiyên tasa serê gerîlayan di bin zinaran de veşartine. Ez çûm bin ev parçe girtin û teslîmê ÎHD’ê kir.”
Kesercî da zanîn ku cesedê birayê xwe Sadullah Kesercî dîtiye û got: “Guleyek li çengeya wî ketibû. Ji çengeyê ve lêdabûn û mêjî parçe bibû. Ya duyemîn li ser dil ketibû. Yanî gule wisa rasterast nehatibûn barandin. Li gorî îfadeyên wan digotin ji dûr ve bi gerîlayan re ketine pevçûnê. Salek şûnde di 2010’an de hat gotin ku wê Dozgeriya Komarê ya Wanê serî li îfadeyên şahidên veşarî bidin. Me 9 kes şahidên veşarî dît û me serî li îfadeyên wan dan.
PEVÇÛN DEREWE
Kesercî li ser îfadeyên 9 leşkerên ku tevlî operasyonê bûne sekinî û got:
"(...) Leşker digirin û teslîmî tevgerên taybet dikin. Di vê navberê de gerîlayên tevgera taybet leşkerên ku gerîlayan tînin lêgerîn dikin. Leşker ji wan dipirsin, ew jî dibêjin li ser we cîhaza qeyda deng heye yan an. Leşker piştre ji cihê bûyerê vediqetin. Piştî demekê dengê çekan tên. Ji leşkeran re jî dibêjin gerîla di pevçûnê de mirine.”
Kesercî anî ziman ku dozger bi ti awayî naçe cihê bûyerê û got: “Ji bo delîlan veşêrên, hestiyên tasa serê wan jî parçekirin û di bin keviran de veşartine. Dema em çûn cenazeyê her sêyan cuda cuda danîbûn. Piştî van daxwaza dozger ji bo girtinê ji dadxwazê daxwaz kir. li ser vê daxwazê Dadgeha Cezaya Asliya ya Wanê biryara girtinê da û wê rojê 21 kes hat girtin. Du roj şûnde li ser îtîrazê piştî albayê teqawît hemû hatin berdan. Ji ber hemû di peywirê de bûn û daxwaza wan wiha bû; Tevgera li herêmê û her wiha herêm baş dizanibû. Albayê girtî jî salek û nîvê şûnde hat berdan. Bi îdîanameya ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê amade kiriye, sûc ji sûcê rêxistinê hat derxistin û kirin sûcekî normal û doz şandin Dadgeha Cezaya Giran a Erdîşê. Me du danişîn li Erdîşê kir. Dema doz berdewam kir parêzerên dozê xwestin dozê bibin Enqereyê. Lê ev hat redkirin. Lê di encama serlêdana Daîreya Cezayê ya Wezareta Dadê de biryar dan ku dozê bibin Enqereyê.
EM BI CEZAYA 6’EMÎN YA GIRAN A ENQEREYÊ NE BAWERIN
Kesercî da zanîn ku li Dadgeha Cezaya Giran 6’emîn ya Enqereyê dozên weke cînayeta Ethem Sarisuluk ku malê civakê bûye hatiye dîtin û got ku darizandin ne adîlane ye û got: “Em bi merciyên îdîayê re dikevin nîqaşan. Sedema vê jî li gorî usulê darizandin nayê kirin. Dozger gotina me dibire û mafê axaftinê dide şahid. Vê dadgeh qebûl dike. Di ti derê cîhanê de ev pergal tine. Di vê dosyayê de ji dozger wêdetir merciya îdîayê bi rê ve dibe.
Kesercî da zanîn ku dadgehê îmze avêtiye biryareke din a dij hiqûqê û got: “Dozgeriyê lîsteya kesên tevlî operasyonê bibûn dixwest. Me got ku ev qedexeye û ev teşhîrkirina şahidên veşartiye. Ligel vê biryar da ku ev lîste têkeve dosyayê. Dadgehê hewl da ku hemû gumanbaran berdin.
Kesercî da zanîn ku parêzerê dozê yê OHD’ê Huseyîn Botatekîngotiye ku ev dosya bi zanebûn û daxwaz ji dadgehê Kurdistanê birine Enqereyê û ji ber ku Bogatekîn gotina ‘Kurdistan’ bikar aniye lêpirsîn lê hatiye vekirin. Kesercî da zanîn ku divê demildest komîsyonên Heqîqetê bên avakirin.