Li Kobanê 9 çete hatin kuştin
Di çarçoveya operasyonên YPG/YPJ'ê de li derdora Kobanê 9 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Di çarçoveya operasyonên YPG/YPJ'ê de li derdora Kobanê 9 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Di roja 178. a berxwedana Kobanê de ku di asta serketinê de bi operasyonên paqijkirina kantonê dewam dike, çeteyan derbên giran xwarin. Di encama çalakiyên hêzên YPG/YPJ'ê de, 9 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Der barê bîlançoya pevçûnên duh ên li herêmê de Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir:
"Şevê din hêzên me li rojhilatê Kobanê li hember çend nuqteyên çeteyan êrîşên hemwext pêk anîn. Di êrîşa navbera gundê Îqbiş û Eydanê de motorek çeteyan hatiye rûxandin û 2 endamê çeteyan hatine kuştin.
Êrîşa li hember komên çeteyên ku xwe li nêzî gundê Xanê yê başûrrojhilatê Kobanê bi cih kiribûn de 3 çete hatin kuştin.
Dîsa li heman herêmê li derdora qada Rutko wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hat rûxandin. Li vir qasî hatine tespîtkirin 3 endamê çeteyan hatine kuştin.
Îro dane sibehê hêzên me, li komên çeteyên ku xwestin êrîşî qada Mênîfê Kor bikin xistin. Piştî mûdexaleya hêzên me çete neçar man birevin û çeteyek hat kuştin.
Li başûrrojavaye Kobanê, li gundê Nasirî û girên stratejîk ên ku li ser pira Qereqozax di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunên dijwar diqewimin. der barê encamê van pevçûnan piştre wê agahî were dayîn."