Kesên di Komkujiya Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan tên bîranîn

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf ku di bîranîna cangoriyên 12’ê Adarê de axivî got: “Kombûna me ya li vir, rizgarkirina Rojava, îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bersiva siyaseta rejîmê û komkujiyan e.”

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf ku di bîranîna cangoriyên 12’ê Adarê de axivî got: “Kombûna me ya li vir, rizgarkirina Rojava, îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bersiva siyaseta rejîmê û komkujiyan e.” Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfe Hisên jî diyar kir ku hin hêzên Kurdî ku di 12’ê Adarê di li rex gel nesekinîbûn, niha jî dixwazin tevlîheviyan derxînin û got; “Kî li dijî hêzên parastinê derkeve ew hevkarên rejîma û çeteyan e”

Bernameya bîranîn tekoşrên 12’ê Adarê li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê  bi axaftinên beşdaran dewam kir.  Piştî guhertina navê stadyumê welatî derbasî Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê bûn. Her wiha tîmên futbolê Amedspor ê ku ji Bakurê Kurdistanê hatiye, tîma Rojava, dîsa tîma tekvandoyê derbasî stadyumê bûn û gel silav kirin.

Merasîma bîranînê li ber sirûda “Ey Reqîb” bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir. Piştre ji aliyê komîteya amadekar û mêvanên ku beşdarî merasîmê bûn ve axaftin hatin kirin. Axaftina destpêkê ji aliyê komîteya amadekar ve hate kirin û xêrhatina mêvanan hate kirin.

HEDIYE YUSUF: ŞOREŞ BERSIVA KOMKUJIYÊ YE

Piştre Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf axivî û got: “Ez bi rêzdarî bejna xwe li ber têkoşerên 12’ê Adarê û hemû şehîdên şoreşa Rojava ditewînim. Ez bixêrhatina hemû mêvanên ku ji Bakurê Kurdistanê û ji bajarên Kantona Cizîrê hatine dikim. Ez sersaxiyê ji tevahî malbatên têkoşeran re dixwazim. Em îro li cihekî ku hêzên rêjîma Baas komkujî bi heqê  gel pêk aniye, kom bûne.”

Hediye Yusuf diyar kir ku gelê Kurd beriya 11 salan siyaseta şovenîst a ku rejîma Baas li ser wan dimeşand qebûl nekiriye û wiha dom kir: “Di 12’ê Adara 2004’an de rejîma Baas siyaseta qirkirina gelê Kurd meşand û komkujî pêk anî. Lê gelê Kurd serî netewand û dest bi serhildana ku bûye destpêka şoreşa Rojava kir. Kombûna me ya li vir, rizgarkirina Rojava, îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bersiva siyaseta rejîmê û komkujiyên ku li ser gelê me pêk anîne ye.”

Di berdewama axaftina xwe de Hediye Yusuf bal kişand ku di demeke ku ew têkoşerên 12’ê Adarê bibîr tînin de, şervanên YPG/YPJ’ê jî li Til Temir û Serêkaniyê li dijî çeteyan berxwedaneke lehengî nîşan didin û got; “Ev berxwedanî ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad ku hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen têde bibin xwedî maf, tê meşandin.”

Hediye Yusuf bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo ku ew bi awayekî azad bijîn, divê em hemû piştgiriya YPG/YPJ’ê bikin. Em di dîrokeke nû de jiyan dikin, pêwîst e em têkoşîna xwe xurt bikin. Berxwedan jiyan e.”

Hediye Yusuf vekirina Stada 12’ê Adarê li tevahiya gelê Rojava pîroz kir.

HENÎFE HISÊN: ME SOZA XWE BICÎH ANÎ

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfe Hisên jî di merasîmê de axivî û wiha got: “Beriya 11 salan rejîma Baas komkujiyeke ku plana wê kiribû li ser gelê Rojava pêk anî. Ji bo ku gel bi îradeya xwe tevnegere di vê komkujiyê de şovenîstên ku ji bilî xwe kesî napejirînin cih girtin. Li hemberî van êrîşan serhildanê destpê kir û li tevahiya bajarên Rojava û Sûriyê belav bû. Di van serhildanan de 32 têkoşeran jiyana xwe ji dest dan.”

Henîfe Hisên da zanin ku wan wekî TEV-DEM’ê soz daye van têkoşeran ku tola wan hilînin, civaka Kurd birêxistin bikin, Rojava rizgar bikin û wê Kurd bibin parêzvanên xwe û wiha dom kir: “Li ser vî esasî piştî 11 salan me soza xwe bicîh anî, me Rojava rizgar kir. Me hêza leşkerî ava kir û me civaka Kurd birêxistin kir.”

‘HÊZÊN KURDÎ PIŞTGIRIYA SERHILDANÊ NEKIRIN’

Henîfe Hisên diyar kir ku serhildana 12’ê Adarê ji bo tevgerên Kurd ên li Rojava derseke mezin bû û wiha pêde çû: “Dema ku gel rêya têkoşînê hilbijart, helwesta tevgerên Kurdî newêrek û zeîf bû. Piştgiriya vê serhildanê nekirin. Ev tevger bi sozên rejîmê hatin xapandin. Ji wê rojê ve gelê Kurd êşa vê rejîmê dikişîne. Ger me di destpêka şoreşê de guh bidaya tevgerên Kurd, me yê YPG ava nekiriba, Rojava rizgar nekiriba û em li vir nedibûn. Berevajî wê em ê niha li kolanên bajarên Tirkiyeyê bûna. Me wekî tevger rêya şehîdan şopand û bi tekoşînê em bûn xwedî destketî û me tekoşîn gihand vê astê.”

‘KÎ LI DİJÎ HÊZÊN PARASTINÊ DERKEVE EW HEVKARÊN REJÎMA Û ÇETEYAN E’

Henîfe Hisên, bal kişand ku di demeke ku Rojava ber bi hilbijartin û aramiyê ve diçe de, hinek partiyên Kurd bi hinceta bîranîna têkoşerên 12’ê Adarê, careke din dixwazin li dijî zagona hilbijartinê û erka xweparastinê derkevin, bi vî rengî tevliheviyê derxînin. Henîfe Hisên bibîr xist ku gelê Rojava bi saya hêzên ku niha parastina wan û xaka wan dike, ji rejîma Baas rizgar bûye û wiha dom kir: “Ev hêzên parastinê niha jî gel ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê diparêzin. Kîjan aliyên Rojava li dijî van hêzên parastinê derkevin, nîşan didin ku ew hevkarên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê ne.”

Henîfe Hisên, da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji aliyê hemû pêkhateyên herêmê ve hatiye avakirin û hêza hevbaş a ku xaka wê diparêz e avakirin, hemû planên şovenîst pûç kirine.

Henîfe Hisên anî ziman gel yekîtiyê ava dike ne ku partiyên siyasî û wiha got: “Em wekî tevger dibêjin ku aliyên dikarin nûnertiya gelê Kurd dikin, divê tevlîheviyan dernexînin. Gel li roja xwe û saziyên xwe birê ve dibe. Vê yekê jî b partiyên siyasî ku heta niha li pey şoreşê mane pêk nayîne. Em bi berxwedanê hene, bêyî berxwedan hebûna me tineye. Me duh şervana Elman a bi eslê xwe Afrîkayî û îro jî şervanê Awûstûralyayî Ashley Jonstnon yên ku ji bo parastina gelên Rojava jiyana xwe ji dest dane oxir kirin. Li hemberî vê em dibînin ku kesên ji berxwedana Rojava reviyane, li kolanên Ewropayê digerin.”

Henîfe Hisên got ku bersiva rast a ji bo têkoşerên 12’ê Adarê tevlîbûna nava refên YPG û YPJ’ê ku niha jî li Kobanê, Serêkaniyê û Til Temir berxwedanek bêhempa nîşan didin. Henîfe Hisên sersaxî ji malbatên hemû şehîdan xwest û soza şopandina rêya têkoşeran da.

Piştre li ser navê malbatên cangoriyên 12’ê Adarê Mehemed Merî axivî û hemû têkoşerên 12’ê Adarê şoreşa Rojava bibîr anîn. Mehemed Merî wiha got: “Rojava gelek şehîd dane û bi saya van şehîdan îro em li vir kom bûne. Bersiva rast a komploya ku rejîma Baas plan kiribû û şovenîstan jî pêk anî bû, rizgarkirina Rojava ji hêzên rejîmê û guhertina navê stadyuma ku komkujî lê pêk hatibû ye.

Mehemed Merî di dawiya axaftina xwe de soza şopandina cangoriyan da.

STADYUMA ŞEHÎDAN

Bernameya bîranîna cangoriyên serhildana 12’ê Adarê li Stadyuma Şehîdên ya Qamişlo bi muzîk û pêşandana tekvandoyê dom kir.

Piştî axaftina Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif, Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM) Henîfe Hisên û axaftina malbatên têkoşeran, Hunermend Canê stranên şoreşgerî û niştîmanî gotin.

Di bernameyê de gelek helbestên ku çîroka bexwedan û şehîdên Qmîşlo, her wiha berxwedana Kobanê vedibêjin ji aliyê helbestvan Ferhad Merdê ve hatin xwendin. Her wiha koma Botan a Muzîkê stranên xwe yên li ser Rojava û berxwedana Kobanê striyan.

Piştre hunermend Zîn Koçer derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.

Pişti muzîkê jî tîmên tekvandoyê yên Hesekê û bajaroka Rimêlan ên girêdayî Desteya Ciwan û Sporê maçek pêşkêş kirin.

Merasîma bîranîna tekoşerên serhildana 12’ê Adar bi xelatkirina tîmên sporê bi dawî bû.

Piştî bidawîbûna maça di navbera tîma Amedspor û Rojava de, lîstikvanên her du tîman û tîmên tekvandoyê derketin ser dikê.

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xelo û serokên desteyên Meclîsa Rêveber ên Kantona Cizîrê jî derketin ser dikê plaketên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û tekoşerên serhidana 12’ê Adarê li ser bûn, dan lîstikvanan.

Merasîma bi dayîna xelatan bi dawî bû.