Der heqê polîsên Kazanhan qetil kirin de biryara ‘bêşopandin’

Der barê 4 polîsên ku zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan li Cizirê qetilkirin de doza ku hatibû vekirin bi biryara bêşopandinê encam bû.

Der barê 4 polîsên ku zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan li Cizirê qetilkirin de doza ku hatibû vekirin bi biryara bêşopandinê encam bû.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 14’ê Çile de li taxa Yasef zarokê 12 salî Nîhat Kazahan ku bi hevalê xwe re dilîst di encama gulebarandina polîsan de jiyan xwe ji dest da. Der barê 4 polîsên gumanbar de bi sûcdariya ‘sûcê peywirdarê cemawerî ranegîhandiye’ li Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê doz hat vekirin. Piştî bûyerê polîs Hayrî Vural di 26’ê Çileyê hatibû girtin. Di 16’ê Sibatê de di îfadeya ku dabû Serdozgeriya Komarê de got ku polîsê bi navê Mehmet Nurbakî Goçmez bi tifinga pompeyî ya aîdî wî gule bi ser Kazanhan de barandiye û hat berdan.

Hayrî Vurtal piştî îfadeyê hat berdan û Goçmez hat girtin. serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ji bo lêpirsîna der barê Vural de hatibû vekirin biryara bêşopandinê da. 

Parêzer Fîlîz Olmez îtîrazê biryara bêşopandinê kir û got: “Ev rewşa ku bi darizandinê dikare derkeve holê dozgerî biryara bêşopandinê didê. Ev li dij usulê ye. Di navbera îfadeya destpêk û duyemîn a Vural de nakokî hene. Baweriya dozgeriya ya bi sûcdaran ne rast e.”