YPG: Li Cizîrê şer li qadeke ji 180 km'yî giran e

Li qada 180 kîlometre ya Kantona Cizîrê, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê pevçûnên dijwar diqewimin. Di nava du rojan de li vê qadê 102 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. 12 şervanên YPG/YPJ'ê di encama berxwedaneke bêhempa de jiyana xwe ji dest dan.

Li qada 180 kîlometre ya Kantona Cizîrê, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê pevçûnên dijwar diqewimin. Di nava du rojan de li vê qadê 102 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. 12 şervanên YPG/YPJ'ê di encama berxwedaneke bêhempa de jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê mijarê de bi daxuyaniyeke nivîskî agahî da raya giştî.

Navendê da xuyakirin ku rêxistina terorê DAIŞ a piştî binketina li Kobanê û Til Hemîsê her qels dibe, bi hezeek mezin û teqwiyeya çekên giran êrîşeke man û nemanê dimeşîne û diyar kir, ku çeteyan ji Heleb, Reqqa, Der'a Zor û Hol'ê hêzên teqwiye bi giranî biyanî ne, li gel çekên giran ên wekî tank, panzer, obûs û hawan anîne herême û êrîş dikin.

Navenda Çapemeniyê da zanîn ku berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê ya li hemberî van êrîşên hovane bi hemû hêza xwe dewam dike û got, "Pevçûnên di navbera hêzên me û komên çeteyan de, li rojava û başûrrojavayê Kantona Cizîrê li ser xeta Serêkaniyê, Til Temir, Hesekê, li başûrê kantonê jî ji başûrê Til Berak heta sînorê Iraq, bi direjahiya 180 km de berdewam dike. Qadên ku pevçûnên herî dijwar lê diqewimin, xeta Serêkaniyê ku ev 2 roj in êrîşan lê destpê kirine, dîsa Til Temir û derdora we ya ku ji 23 Sibatê vir ve di hedefa êrîşên rexistina terorî ya DAIŞ'ê de ye."

Hat ragihandin ku di çarçoveya van êrîşan de li herêma Til Xenzîr a 21 km li başûrrojavayê Serêkaniyê pevçûnên dijwar diqewimin û ev agahî hatin dayîn:

"Dîsa li nêzî gundê Menacir ê li rojava û gundên Til Nasrî û Xebîş ên başûr û başûrrojhilatê Til Temirê pevçûnên dijwar diqewimin. Hêzên me li hember êrîşên bênavber li ber xwe didin û pêşî li pêşveçûna çeteyan digirin.

LI TIL XENZÎRÊ 40 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di pevçûnên 2 rojan ên li Til Xenzîr û derdora wê de 40 çete hatin kuştin. Li vê qadê 7 rêhevalên me yên ku di şikandina êrîşên çeteyan de roleke girîng listîn gihîştin şehadet ê. Bi yekîneyeke me ya li vê herêmê erkdar re têkiliya me qut bûye.

15 ÇETE LI DERDORA GUNDÊ MENACIRÊ HATIN KUŞTIN

Di pevçûnên li 2 girê cuda yên nêzî gundê Menacirê de 15 endamên çeteyan hatine kuştin. Di vê qadê de 3 rêhevalên me gihîştine şehadetê.

LI GUNDÊN TIL NASRÎ Û XEBIŞ 47 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di pevçûnên li gundê Til Nasrî û Xebiş de jî qasî hatine tespîtkirin 47 çete hatine kuştin. Di vî şerî de 2 rêhevalên me yên bi lehengî şer kirin gihîştin şehadetê. Pevçûnên li vê qadê bi awayekî dijwar dewam dikin.

Li qada ku ji başûre Til Berak heta sînore Iraq direj dibe de komên çeteyan bi fûze, obûs û topên hewanan ve li hember çeperên hêzên me bombebaran dikin. Hêzên me di heman astê de bersivê didin çeteyan."