Li Kantona Cizîrê dengdayînê destpê kir

Ji bo hilbijartinên meclîsên 12 şaredariyên Kantona Cizîrê dengdayînê vê sibehê destpê kir.

Ji bo hilbijartinên meclîsên 12 şaredariyên Kantona Cizîrê dengdayînê vê sibehê destpê kir.

Hilbijartinên meclîsên şaredariyan ên Kantona Cizîrê destpê kirin.

Ji bo dengdayînê li 12 bajar û bajarokan welatiyan ji saetên serê sibehê ve berê xwe dan navendên ku wê dengên xwe lê bikar bînin.

Deng li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Rojhilatê Qamişlo, Rojavayê Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Hesekê û bajarokên Til Koçer, Çilaxa û Ebu Raseyn li 160 sindoqan tên bikaranîn.

Dengdayîn ku saet di 08:00 de destpê kir wê heta saet 20:00 dewam bike.