Piştî êrîşa çekdarî ya li hemberî Midûrê Polîsan ê Çewlîkê li ser pira Darahênê wesayîta ku 4 HPG'iyên tê de hebûn hat gulebrankirin û her çar gerîla hatibûn înfazkirin. Rûniştina 1. a doza înfazkirina gerîlayan hat dîtin.
Di 9'ê Cotmehê de li Çewlîkê li hemberî Midûrê Polîsan Atalay Ulker êrîşa çekdarî pêk hat û di vê êrîşê de Ulker û 2 polîs mirin. Piştî vê bûyerê li ser pira Darahênê wesayîta ku 4 HPG'iyên tê de bûn ji hêla polîs û tîmên taybet ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de her çar HPG'iyan jiyana xwe ji dest dan. Di encama lêpirsînê de gilîname hat amadekirin û ji hêla Dadgeha Cezaya Giran a Çewlîkê ve hat qebûlkirin. Rûniştina 1. a dozê hat dîtin. Alî Kiliçgedîk û Erhan Şenyuva yên girtî tevlî dozê nebûn. Parêzerên wan di rûniştinê de axivî û xwestin muwekîlên wan serbest bên berdan. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir.
Heyeta dadgehê destnîşan kir ku ew ê ev daxwaza parêzeran di rûnitina din de binirxînin û doz taloq kir.
Di bûyera qetilkirinê de 4 HPG'î di encama gulebarana bi çekên lûledirêj de jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên bi navê Alî Kiliçgedîk û Erhan Şenyuva bi hinceta "Alîkarî dane endamên rêxistinê" hatibûn girtin û ji her yekî re 12 sal ceza tê xwestin.