Kurdên li Elmanyayê wê di 21'ê Adarê de li Bonnê Newrozê pîroz bikin

Kurdên li Elmanyayê dijîn, wê Newroza îsal di 21'ê Adarê de li bajarê Bonnê pîroz bikin. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç banga tevlîbûna li pîrozbahiya Newrozê kir.

Kurdên li Elmanyayê dijîn, wê Newroza îsal di 21'ê Adarê de li bajarê Bonnê pîroz bikin. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç banga tevlîbûna li pîrozbahiya Newrozê kir.

Mîna li Kurdistan û gelek welatên cîhanê, Kurdên li Elmanyayê jî cejna xwe ya neteweyî Newrozê bi coşeke mezin pêşwazî dikin. Kurdên li Elmanyayê dijîn, wê di 21'ê Adarê de ji bo pîrozkirina Newrozê li bajarê Bonnê bicivin. Pîrozbahiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ve tê organîzekirin, wê bi dirûşma 'Serketina Şengal û Kobanê azadiya gelan e' pêk were. Kurd wê di sibeha 21'ê Adarê de li Beethovenalle bicivin û ber bi qada Newrozê ve bimeşin. Li vir jî wê saet di navbera 12:00 û 19:00 de Newrozê pîroz bikin.

Di pîrozbahiyê de, Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim û rêveberê Meclîsa Êzidiyên Şengalê Seîd Hesen Seîd jî di nav de, wê gelek siyasetmedarên Kurd weke axaftvan lê amade bin. Di bernameya çandê ya pîrozbahiyê de jî wê Yelda Abbasî, Hesen Şerîf, Grûp Bajar, Sîlbûs û Tarî û gelek hunermend û komên muzîkê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.

Komîteya Amadekar da xuyakirin ku ji bo pîrozbahiya îsal, parkeke ji bo 3 hezar wesayîtî hatiye kirêkirin.

'DIVÊ HER KES BEŞDARÎ NEWROZÊ BIBE'

Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç diyar kir ku amadekariyên Newrozê yên li Amedê qediya ne û got, "Mîna her salê em ê îsal jî bi coşeke mezin cejna xwe ya neteweyî pîroz bikin. Newroza îsal li pêşketinên girîng ên li Kurdistanê rast tê, lewma bêhtir watedar e. Serketina Kobanê, hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê Newroza îsal hîn bêhtir watedar dikin."

Koç bibîr xist ku Newroz ji bo Kurdan tê wateya vejînê û got, "Kurdan ji her demê bêhtir firsendek bi dest xistine. Ji ber vê yekê Newroza îsal ji bo me meşa azadiyê ye. Divê tevahiya gelê me bi coşa Kobanê beşdarî Newrozê bibin."