Şervanên YPG û YPJ’ê yên 6 meh in li ber xwe didin hatin silavkirin

Nobedarên sînor, şervanên YPG û YPJ’ê ku ev 6 meh in bê navber li ber xwe didin silav kirin.

Nobedarên sînor şervanên YPG û YPJ’ê ku ev 6 meh in bê navber li ber xwe didin silav kirin.

Berxwedana bi pêşengiya şervanên YPG û YPJ’ê ya li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin 6 meh li pey xwe hişt. Têkoşîna rûmetê ya mirovahiyê ku malê dîrokê bû di roja 180. de li gundên sînor ên Pirsûsê hat silavkirin. Li gundê  Miseynterê ku li jorê Etmanekê ye  amadekariyên Newrozê tên kirin, çalakiya zincîra mirovahiyê hat sekinandin, li gundê Elîzer nobedaran zincîr ava kirin û şervanên YPG û YPJ’ê silavkirin. Bi sedan kesî li gundê Elîzer alên YPG-YPJ, TEVDEM û PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Gel dirûşmên ‘Bijî berxwedana YPG/YPJ/HPG/YBŞ’ê’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.