Agirê Newrozê li Kîelê geş bû

Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Kîelê hatin cem hev, Newroz pîroz kirin.

Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Kîelê hatin cem hev, Newroz pîroz kirin.

Li meydana Garden Vinetaplatz a Kîelê, Kurd û dostên wan agirê Newrozê dadan.

Di kesayetiya Mazlûm Dogan de ku li zîndana Amedê bedena xwe kir agirê Newrozê, ji bo bîranîna hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin.

Agirê Newrozê ji aliyê dayika Delîla Ûca ya di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da Hediye Ûca ve hat pêxistin.

Di axaftina li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de wate û girîngiya Newrozê hat nirxandin. Di serî de jin hemû cangoriyên di şoreşa li Rojava de bi canê xwe li ber xwe didin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin silavkirin.

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.