Ji bo Cumeysa ya 3 salî xebatên lêgerînê dewam dikin

Xebatên lêgerînê ji bo zaroka 3 salî ya di Çemê Pîlemûrî de winda bû didomin.

Xebatên lêgerînê ji bo zaroka 3 salî ya di Çemê Pîlemûrî de winda bû didomin.

Di qezaya trafîkê ya li ser rêya Dêrsim-Erzînganê de zaroka 3 salî Cumeysa Kavûs di Çemê Pîlemûrî de winda bû. Xebatên ji bo dîtina Kavûs didomin.

Ekîbên şaredariya Dêrsimê û komên ji dilxwazan pêk tên, xebatan didomînin. Wesayîta ket çem bi vîncê hat derxistin.

Di çemê ku ji ber ava baran û berfê bilind bûye, lêgerîn bi botan didome.