Ji artêşa Tirk bombebaran û kemîn

Artêşa Tirk bi obus û hawanan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û li navçeyên Mêrdîn Mehsert û Nisêbînê jî kemîn danî.

Artêşa Tirk bi obus û hawanan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û li navçeyên Mêrdîn Mehsert û Nisêbînê jî kemîn danî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPD'ê der barê tevgera leşkerî û bombebarana artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike û ev agahî da: "Di 14'ê Adarê saet di navbera 07:00 - 13:00 de li ser qadên şehîd Rahîme û Şehîd Gafûr ên Herêma Avaşînê bi pêgerên keşfê yên bê mirov re keşif hatiye kirin. Her wiha saet di navbera 14:00 û 17:00 de ji Qereqola oremarê ya Geverê, bi obus û hawanan qadên Şehîd Rahîme û Şehîd Gafûr hatine bombekirin."

Di dewama daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Di 13'ê Adarê saet di navbera 20:00 - 22:00 û di 14'ê Adarê saet di navbera 03:00 - 03:30 de pêgerên hewayî yên bê mirov û balafirên şer ên artêşa TC li ser herêma Gare geriyan. Di 15'ê Sibatê saet di 01:00 - 02:00 de bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif li herêma Metîna hatiye kirin."

LI NISÊBÎN Û MEHSERTÊ KEMÎN

HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk kemînan jî datîne û got, "Di êvara 13'ê Adarê de li gundên Kanî Sor, Kûdê, Kawarexê, Xirbê Mamûdê û Yestê yên navçeya Mêrdîn Mehsertê û li gundên Cinata û Xirêp ên Nisêbînê, artêşa TC a dagirker bi alîkariya maşînên zirxî kemîn daniye. Di sibeha 14'ê Adarê de artêşa TC li gundên Cinata û Xirêp ên Nisêbînê derketiye operasyonê. Operasyon danê nîvro bi awayekî bêencammayî bi dawî bûye."