YCR’ê banga bilindkirina berxwedanê kir

Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Rojava (YCR) bi daxuyaniyekê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kantona Cizîrê şermezar kir, bang li ciwanan kir ku asta berxwedanê bilind bikin û cihê xwe di nava refên YPG û YPJ’ê de bigrin.

Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Rojava (YCR) bi daxuyaniyekê  êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kantona Cizîrê şermezar kir, bang li ciwanan kir ku asta berxwedanê bilind bikin  û cihê xwe di nava refên YPG û YPJ’ê de bigrin.

Di daxuyaniya Yekîtiya ciwanên Demokratîk de wiha hate gotin:

“Hêzên xwînxwar roj bi roj bi armanca ku berxwedan û serketina şoreşa Rojava têk bibin û di hewldanên azadkirina gelên bindest ji holê rakin, êrîşên hovane li dijî mirovahiyê pêk tînin. Di van dema dawî de bi taybet li aliyê Kantona Cizîrê  êrîşên ku pêk tînin ji bilî  van polîtîkayan tiştek nîne. Berxwedana Til Hemîs,Til Berak,Til Temir û Serêkaniyê li hember hemû hêzên desthilatlar di xeta fedayîtî de berdewam dike.

Divê hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê her êrîşên ku pêk tên bikin sedema berxwedan û bilindkirina têkoşînê û dive zanibin ku armanca van êrîşan di şexsê Rojavayê Kurdistanê de pêşîgirtina xeta xweserîya demokratîk û tinekirina jiyanê ye. Ciwanên Rojava li hember hemû polîtîkayên tinekirina jiyanê dive sekneke berxwedêr nîşan bidin. Îro li Rojava dîroka qehrementiyê tê nivîsandin. Yên ku xwedî li vê dîrokê derkeve hêza ciwantî ye. Divê hemû Ciwanên Rojava xwedî li  seferberiya YPG’ê û YPJ’ê derkevin û bi zanebûna parastina cewherî xwedî li erka xwe ya dîrokî derkevin. Pêwîst e ciwanên me li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên hovane bêjin, êdî bes e! Heya ku siya çeteyên DAIŞ’ê li axa Kurdistanê neyê paqijkirin divê ciwanek Kurdistanê cihê xwe de nesekine û heya dawiyê şer bike. Yên çeteyên DAIŞ’ê di nava agirê îradeya Arînan de bişewitîne ciwanên Rojava ne. Li ser vê bingehê em careke din dibêjin ku eger ciwanên Kurdistanê bi coşa seferberî, serhildan û bi ruhekî çalak tevbigerin tiştekî ku nikaribin bikin tine ye.”

Em wek Yekitîya Ciwanên Demokratîk a Rojavayê Kurdistan banga  me ew e ku hemû ciwan di nava berxwedana rûmetê de cihê xwe bigrin û di xeta Arîn Mirkanan de bi rihê fedayî beşdarî nava refên YPG’ê û YPJ’ê bibin. Her wiha xwedî li axa xwe derkevin.”