'Em dixwazin Rêber Apo di nava me de be'

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê diyar kir ku di Newroza bi heybet a îsal a li Amedê de ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê diyar kir ku di Newroza bi heybet a îsal a li Amedê de ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, der barê Newroza dîrokî ya Amedê de li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hawa Kiran diyar kir ku ew dixwazin di pîrozbahiya îsal a Newrozê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin û got, "Me zarokên xwe ne ji bo mirinê, ji bo avakirina jiyaneke nû şandin çiyayên azad. Em dixwazin Rêber Apo yê çirûska destpêkê ya agirê azadiyê pêxist, di nava xwe de bibînin. Bila ev Newroz bibe gava destpêkê ya aştiyê." Kiran ragihand ku ew dixwazin Ocalan li qada Newrozê bibînin û got, "Em dixwazin Rêberê me jî mîna yên gelê cîhanê, têkeve nava gelê xwe. Ji bo aştiya mayînde divê Rêberê me serbest were berdan. Em naxwazin xwîn birije. Em, her kesên hevkariyê bi DAIŞ'ê re dikin, şermezar dikin. Em hêvîdarin ku 21'ê adarê bibe azadiya gelê Kurd û Kurdistanê."

Dûre endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Munwer Demîr li tembûrê da û li ser Kobanê û Ocalan stran got.