Ji fermandarên YJA-Starê Jîndar Çayan, di salvegera 27. de Komkujiya Helepçeyê nirxand û got, "Komkujiya Helepçeyê komkujiyek bi tenê li dijî gelê Kurd nîne. Ji ber ku li kîjan cihî gelek ji bo azadiyê serî rake, li wir qirkirinê rû daye.
Di dema şerê Îran-Iraqê de, rêveberiya Saddam Huseyîn di 16'ê Adara 1988'an de bi balafira MIG-23 a gazên bi jehr lê barkirî bû, bajarokê Helepçeyê bombebaran kir. Di komkujiyê de tevî şêniyên Helepçe, leşkerên Îranê û pêşmergeyan zêdeyî pênc hezar mirovî jiyana xwe ji dst dan, heft hezar mirov birîndar bûn. Ji fermandarên YJA Starê Jîndar Çayan di salvegera 27. de komkujî nirxand û bi bîranîna şehîdên Helepçeyê dest bi axaftina xwe kir. Çayan ragihand ku ev komkujî di asta qirkirinê de pêk hatiye û destnîşan kir ku komkujiyeke nayê ji bîr kirine. Çayan got, "Helepçe ne destpêk, ne jî dawî bû. Eger li hemberî vê zîhniyeta xetere yê ji mejiyê mêr têkoşîn neyê dayîn, komkujiyê bi vî rengî wê her tim bên serê gelan."
KOMKUJIYEK DI ASTA QIRKIRINÊ DE
Çayan got, "Ev komkujî komkujiyeke ku di asta qirkirinê de pêk hatiye" û bibîr xist ku bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dane. Çayan axaftina xwe wiha dewam kir: "Hin wêneyên ji Komkujiya Helepçeyê hene û divê ew wêne ti carî neyên ji bîr kirin. Mirov yek ji wan wêneyan bi tenê jî di hişê xwe de biparêze, nêzîkatiya wijdanî a li têkoşînên gelan wê bi xurtî dewam bike. Divê êşên rû dane ti carî neyên ji bîr kirin. Ji xwe komkujiyên bi vî rengî ti carî nayên ji bîr kirin."
Çayan da zanîn ku Komkujiya Helepçeyê ne tenê li hemberî gelê Kurd hatiye kirin, li kîjan cihî gel ji bo azadiya xwe rabûye ser piyan li qirkirinê rast hatiye û diyar kir ku gelên Yahûdî, Ermenî, Suryanî û gelek gelên din di komkujiyan re derbas bûne. Çayan da zanîn ku ev komkujî bi şêweyê rêze komkujiyan pêk hatine û anî ziman ku Helepçe, Mereş, Dêrsim û Sêwas çend ji van mînakan e.
XWEDÎ ZÎHNIYETÊ DEWLET Û DESTHILATDARIYÊ YE
Çayan da xuyakirin ku Komkujiya Helepçeyê di heman demê de li hemberî mirovahî û xwezayê bi awayekî bê rehmî hatiye kirin û anî ziman ku di roja îro de jî li xwezaya Helepçeyê zindiyek nemaye, mirovên li ser vê xakê dijîn jî bi salane ji axê nikarin sûdê werbigirin. Çayan axaftina xwe wiha dewam kir: "Helepçe erdekî şewitiye ku ji vî erdî tiştek nema tê. Zarokên ku hêviya pêşerojê ne, di kêliyeke ku haya wan ji tiştekî tinebû de, nêrînên wan li ezmanan aliqî man, bedenên wan ên bê ruh, weke rastiyeke trajîk a pêşerojê li ser hev hatin veşartin. Lewma, ez vê yekê ne tenê weke êrîşeke li hemberî gelê Kurd dinirxînim. Ne qirkirineke bi tenê ya di sala 1988'an de pêk hatiye. Di roja me ya îro de jî hînê gelek mriov hene ji ber wê seqet mane. Li gel mirovên li ser wê erdnîgariyê mezin dibin, hînê şopên wê komkujiyê zêde tê dîtin. Divê zîhniyetê ev komkujî û komkujiyên mîna vê kirine, bên lanetkirin. Li hemberî vê şerekî xurt were meşandin. Girînge dewlet û desthilatdarî baş were fêmkirin. Ji ber ku komkujî hemû, berhemên vê zîhniyetê ne. Desthilatdarî çiqasî bi xurtî xizmetê ji dewletê re bike, ewqasî li hemberî gelan komkujiyê dike. Yanî Helepçe ne destpêk bû, ne jî dawî bû. Eger li hemberî vê zîhniyeta xetere yê ji mejiyê mêr têkoşîn neyê dayîn, komkujiyê bi vî rengî wê her tim bên serê gelan."
Çayan ragihand ku komujî rêbaza herî xurt a tepisandinê ye û diyar kir ku di heman demê de Şerê Kendavê diqewimî, Tevgera El-Enfalê dijwar bûbû ûli Rojhilata Navîn tevlîhevî hebû.
Çayan bibîr xist ku bi pêşketina tevgera PKK'ê re li qadên Bakur û Başûr Kurdan xwe bi xurtî bi rêxistin kirine û got, "Di demeke ku tevlîheviyeke mezin hebû de, Kurd hêza herî rêxistinbûyî bûn. Lewma li hemberî Kurdan êrîşek hat kirin. Komkujiya Helepçeyê bi awayekî rasthatî pêknehat. Rewşa Kurdan a bûyîna sîstemeke alternatîf li ber çavan girtin û ji bo rakirina vê rêxistinbûyîna mezin dibû, rêbaza tepisandinê bikar anîn. PKK bersiva li komkujiya li Helepçeyê û bersiva li hemû komkujiyan e."
ŞENGAL DEWAMA HELEPÇEYÊ YE
Çayan bal kişand ser komkujiyên dema nêz û ragihand ku ew Komkujiya Şengalê ji Helepçeyê cuda nanirxînin û beriya niha jî Kurdên Êzidî ehdef hatibûn girtin. Çayan diyar kir ku Şengal dewama Helepçeyê ye û diyar kir ku armanca hêzên serdst pêkanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e û bi desteka ji DAIŞ'ê werdigirin re dixwazin vê armanca xwe bicih bînin. Çayan da xuyakirin ku ji ber Êzidî ji aliyê xwezayî ve li dijî sîstemê ne, yanî sîstema dewletê qebûl nake û Şengal jî li herêmeke di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye, Şengal hedef hatiye girtin û destnîşan kir ku Şengal xwedî taybetmendiyên xweser e.
BERXWEDANA ŞENGALÊ BERXWEDANA MIROVAHIYÊ YE
Çayan anî ziman ku berxwedana gelê Kurd weke berxwadana gelan tê nirxandin û berxwedana li Şengal û Kobanê derket holê, ji bo rêxistinbûyîna derdorên li dijî sîstemê zemînek afirandiye. Çayan da xuyakirin ku bi destwerdana PKK'ê ya li hemberî DAIŞ'ê re gelê Şengalê gihaştiye asteke polîtîk û destnîşan kir ku ev yek jî tê wateya şiyarbûnekê. Çayan diyar kir ku berxwedana tê kirin ne tenê ya civata Êzidî ye û anî ziman ku ev yek şiyarbûna tevahiya raya giştî ye.
BERXWEDANA KOBANÊ GERDÛNÎ BÛ
Çayan herî dawî ragihand ku tevlîbûnên di demên dawî de pêk tên berhema berxwedanê ye û diyar kir ku ji bo berxwedana mirovahiyê şiyarbûneke mezin heye. Çayan axaftina xwe wiha dewam kir: "Mînak; ji bo xwedîderketina li Berxwedana Kobanê hema hema li her cihî çalakî hatin lidarxistin. Ev pêşketineke gelekî girîng bû. Bi taybetî ji rêxistinbûyînên femînîst heta hemû derdorên ji sîstema serdest acizin, rêxistinbûyeke xurt derket holê. Çalakiyên li hemberî komkujiyên li dijî jinê hatin kirin jî hêza xwe ji vê berxwedanê girtin."
Çayan da xuyakirin ku weke tevgera azadiyê ya jinê, ew jiyana bi hev re ya gelan a li gorî çand û rastiya her gelî li ber çavan digirin û rêxistinbûyîna vê bi xurtî dikin û destnîşan kir ku bersiva herî baş a li van komkujiyan, avakirina hêza rêxistinbûyî ye.