YPG: Li Kobanê 19 çete hatin kuştin

Li başûrrojavayê Kobanê di operasyonên YPG/YPJ'ê de gundên Qereoqax, Bîr Hiso û pira Qereqozaxê ji çeteyan hatin paqijkirin. Di çalakiyên duh de zêdeyî 19 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li başûrrojavayê Kobanê di operasyonên YPG/YPJ'ê de gundên Qereoqax, Bîr Hiso û pira Qereqozaxê ji çeteyan hatin paqijkirin. Di çalakiyên duh de zêdeyî 19 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku berxwedana Kobanê ya li hemberî hewldanên dagirkirinê yên rêxistina terorê DAIŞ'ê, di asta serketinê de dewam dike. Hat ragihandin ku di operasyonên roja 181. a hêzên YPG/YPJ'ê de derbên giran û stratejî li çeteyan hatin xistin.

Li gorî daxuyaniya navendê, bîlançoya roja 181. a berxwedana Kobanê bi vî rengî ye:

"Hêzên me şevê din li başûrrojavayê Kobanê li hember gundê Qereqozax û hawirdora wê operasyonek dorfireh lidar xistin. Hêzên me di encama vê operasyonê de dagirkeriya çeteyan a li ser gundên Qereqozax, Bîr Hiso û pira Qereqozax bi dawî anîn. Di vê operasyonê de pevçûnên  dijwar qewimîn û bi qasî hatiye zelalkirin 12 endamê çeteyan hatine kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser 3 kleş, 300 fîşeka kleşan û 3 roketavêja B7 a çeteyan.

Li hember komên çeteyên ku li gundê Girêk a heman herême xwe bi cih kiribûn jî êrîşek hat lidarxistin. Di encama vê êrîşê de 2 çete hatine kuştin.

Şevê din hêzên me li başûrrojhilatê Kobanê jî operasyonek lidarxistin. Êrîşê li mintiqa Mênîfê Kor de qasî hatine tespîtkirin 5 endamê çeteyan hatin kuştin û 2 çete jî hat birîndarkirin."