Roja duyemîn a meşa azadiyê bi dawî bû
Meşa bi daxwaza "Ji Ocalan re Azadî" ya ji Cizîrê destpê kir, di roja duyemîn de dewam kir. Beşa duyemîn roja meşê li gundê Qesirbelekê yê girêdayî Nisêbînê bi dawî bû.
Meşa bi daxwaza "Ji Ocalan re Azadî" ya ji Cizîrê destpê kir, di roja duyemîn de dewam kir. Beşa duyemîn roja meşê li gundê Qesirbelekê yê girêdayî Nisêbînê bi dawî bû.
Meşa dîrokî ya bi daxwaza “Ji Ocalan re Azadî” ji aliyê gelê Botanê ve ji Cizîrê destpê kir û 21’ê Adarê bi mîtînga mezin a li Amedê wê bi dawî bibe, di roja duyemîn de bi coş dewam kir.
Îro bi berbangê meşvan ku derketin rê, li gundê Banihê yê Hezexê mola dan. Piştî molayê meşvan gihiştin gundê Qesirbelekê yê Nisêbînê. Meşvan ku îşev wê li gund bimînin wê sibe meşa xwe dewam bikin. Tê payîn ku meşvan wê sibe danê êvarî bigihêjin Nisêbînê û li wir bêhna xwe vedin.