5 girtiyên siyasî yên nû wê îro li Îmraliyê bin

5 girtiyên siyasî ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê heta niha dihatin girtin sewqî girtîgehên din hatine kirin û li şûna wan 5 girtiyên din ber bi Îmraliyê ve hatine şandin.

Girtiyên bi navê Şeyhmuz Poyraz, Bayram Kaymaz, Cumalî Karsu, Hasbî Ozdemîr û Hakki Alpan ên ku li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan diman ji giravê hatin derxistin. 3 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, 2 girtî jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê hatine kirin. 

Hate hinbûn ku 5 girtiyên din ên bi navên Mehmet Saît Yildirim, Omer Hayrî Konar, Çetîn Arkaş, Nasrûllah Kûran û Veysî Aktaş wê bibin Girtîgeha Îmraliyê. Hate hînbûn ku îdareyên girtîgehan li malbatên girtiyan geriyane û agahiya wê xizmên wan sewqî Îmraliyê bên kirin dane. Hate zanîn ku girtî wê îro bibin Îmraliyê. Girtiyên ku wê bibin giravê hatibû gotin ku wê peywira sekreteryayê bi cih bînin.