Kurdistaniyên li bajarê Swêd Ûppsalayê dijîn, ji bo di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê destek ji HDP'ê re were dayîn, di asta herêmî de komîteyên hilbijartinê hatin avakirin.
Dora avakirina komîteyê duh a Kurdistaniyên li semta Graenby bû. Kurdistaniyên li vê semtê dimînin, li hev civiyan û destnîşankirin ku derbasbûna HDP'ê ji benda ji sedî 10'an a hilbijartinê, ji bo serketina pêvajoya aştiyê û pêknehatina dîktatoriyê li Tirkiyeyê, neçarî ye.
Bi bîr û baweriya 'berpirsyarî dikeve ser milê her kesî' ji bo destekkirina HDP'ê biryar hat dayîn komîteyek hilbijartinê were avakirin.
Komîteyê biryar da ku di 31'ê Gulanê de, ji bo hilbijêrên Kurd, Tikr, Laz û Suryanî yên li Stockholmê dengê xwe bidin HDP'ê wê rêzeçalaiyan lidar bixe. Endamên komîteyê diyar kirin ku di destpêkê de ew ê malên Tirkiyeyiyên li taxê ziyaret bikin.
Kurdistaniyên li Swêdê dijîn, agahiyên li ser bikaranîna dengan dikarin ji vê navnîşanê peyda bikin: www.hdp2015.com