Li Amedê Beza Gel a Newrozê hat lidarxistin

Bi tevlîbûna Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rêxistinên civaka sivîl û gel duyemîn Beza Gel a Newrozê pêk hat.

Di Beza 2 kîlometreyan a ji Keçî Bûrcû heta Sumerparkê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî beşdar bû.

Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de 2. Beza Gel a Newrozê pêk hat. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, rêxistinên civaka sivîl, sportvan û gel tevlî bezê bûn. Di beza ku li Sumerparkê bi dawî bû, di nav xortan de Devran Ozmer, di nav jinan de Yagmûr Guneş bû yekemîn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a di merasîma xelatan de axivî her kesê tevlî bezê bûne spas kir.

Kişanak, diyar kir ku wê heta 21’ê Adarê Newrozê bibezin û got, "Bi bez em ê bibin lehî û li Qada Newrozê em bi mîlyonan re rû bi rû werin û qadê tijî bikin.”