PYD: Li Sûriyeyê tenê projeya çareseriyê ya Rojava heye
Desteya Rêveber a PYD’ê destnîşan kir ku ti projeyên çareseriyê yên aliyên ku li Sûriyeyê di nava pevçûnan de ne nînin, tenê Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê heye.
Desteya Rêveber a PYD’ê destnîşan kir ku ti projeyên çareseriyê yên aliyên ku li Sûriyeyê di nava pevçûnan de ne nînin, tenê Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê heye.
Desteya Rêveber a PYD’ê diyar kir ku di salvegera 4’emîn a şoreşa Sûriyeyê de ji ber belavbûna çekan bi rengekî tevlîhev a di nava gel de û leşkerîkirina civakê, tê xuyakirin ku wê tundiya li Sûriyeyê zêdetir bibe. Desteyê destnîşan kir ku ti projeyên çareseriyê yên aliyên ku li Sûriyeyê di nava pevçûnan de ne nîn in, tenê Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê heye.
Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 4’emîn a şoreşa Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “15’ê Adarê salvegera 4’emîn a şoreşa Sûriyeyê ku di destpêkê de redkirina sîstema tê meşandin temsîl dikir û daxwaza guhertina sîstemê û bidestxistina azadiya tevahiya gelê Sûriyeyê dikir. Ev şoreş û ketina gel a nava tevgerê ji zarokên Deraayê destpê kir û paşê derbasî Şamê bû û ji wir jî li tevahiya Sûriyeyê û herêmên Rojavayê Kurdistanê belav bû.
Di vê tevgera gel de gelên Rojavayê Kurdistanê bi ruhekî niştimanî û Sûrî pêwîstî dît ku vê derfetê ji dest xwe bernede û doza Kurdî weke beşeke ji çareseriya Sûriyeyê diyar bike. Her wiha ji bo Sûriyeke demokratîk û azad têbikoşe û di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Bêyî ku doza Kurdî li Sûriyeyê bi awayekî demokratîk û li gorî hevpeymanên navneteweyî neyê çareserkirin, negengaz e aloziya Sûriyeyê çareser bibe.
Di salvegera 4’emîn a şoreşa Sûriyeyê de diyar e aloziya Sûriyeyê dijwartir dibe û ji ber belavbûna çekan di nava welatiyan de û eskerkirina her kesî bû sedema kuştina sed hezaran welatiyan û bi milyonan welatî neçarî koçberiyê bûn. Her wiha binesaziya Sûriyeyê ya aborî û civakî jî hate hilweşandin û ji nû ve avakirina wê dem û miqdareke mezin ji pereyan pê divê.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku PYD’ê ji destpêkê ve li ser vê rewşê gelek alî agahdar kirine, wê bi xwe jî rêya sêyemîn pejirandiye û wiha hate domandin: “Em bi aliyên ku bi xeta sêyemîn bawer dikin re ketin nava têkliyan. Eger şoreş xwe nespêre fikir û teoriyeke şoreşgerî û nêrîneke stratejîk ji bo avakirina civakeke demokratîk nabe şoreş û tenê dibe karekî eskeriyatî û di encamê de her tişt hildiweşe.
Li ser vê yekê me projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşkêş kir û me bi hemû partiyên siyasî yên Kurdî, Suryanî, Asûrî, Keldanî û kom û kesayetên Ereb re nîqaş kir. Ev proje bi hevkariya van aliyan ku bi jiyana hevbeş û çareseriya doza Kurdî di Sûriyeyê de bawer dikin, hate meşandin.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şoreşa rêya wê bi temamî hatiye guhertin, ketiye sala pêncemîn, lê li hundir û derveyî Sûriyeyê ti projeyên çareseriyê yên aliyên şer nîn in û gav bi gav aloztir dibe. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, li aliyê din projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îspat kiriye ku ew çareya herî guncaw ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê ye.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku PYD li gel destketiyên ku bi saya xwîna şehîdên YPG’ê û YPJ’ê hatine bidestxistin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, berxwedana dîrokî ya Kobanê û herî dawî jî yekemîn hilbijartinên rasteqîn ên şaredariyên gel li Rojavayê Kurdistanê, diyalog û çareseriya siyasî dipejirîne.
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku ji bo rawestandina şer bi erka xwe rabin û zextê li hemû aliyên aloziyê bikin. Her wiha ji bo tinekirina “terora” DAIŞ temsîla wan dike, destên xwe bidin hev, ji ber ku ev “teror” li dijî Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê metirsiyeke cidî ye.
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em weke parçeyekî ji civaka navneteweyî divê hevpeymaneke Sûriyeyê di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de peyda bikin hemû alî li gorî biryarên ku der barê şerê li dijî terorê hatine derxistin tevbigerin û ji bo serketina çareseriya Sûriyeyê têbikoşin. Em ê rêya azadiyê û rûmetê ku şehîdên YPG’ê û YPJ’ê ronî kiriye bişopînin. Şervanên YPG’ê niha parêzvanên şoreşa navneteweyî ne û li şûna tevahî mirovahiyê li ber xwe didin. Her wiha beşdarbûna şoreşgerên navneteweyî ya nava refên wê nîşana vê yekê ye. Bi zîhniyeta Neteweya Demokratîk avakirina civakeke azad ku têde her kes ji bo her kesî bijî, pêkan e.”