Şervanên YBŞ'ê: Rêhevaltî ji xwişk-biratiyê bêhtir bi qîmet e -BI DÎMEN E-

Ji bo azadkirin û parastina Şengalê, ji heman malbatê gelek kes di nava refên YBŞ'ê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê li heman mewziyê şer dikin. Du şervanên YBŞ'ê yên pismamê hev in dibêjin, "Rêhevalî ji biratî-pismamtiyê jî qîmettir e."

Ji bo azadkirin û parastina Şengalê, ji heman malbatê gelek kes di nava refên YBŞ'ê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê li heman mewziyê şer dikin. Du şervanên YBŞ'ê yên pismamê hev in dibêjin, "Rêhevalî ji biratî-pismamtiyê jî qîmettir e."

Şervanên YBŞ'ê yên li bajarê Şengalê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de bi awayekî aktîf cih digirin, destnîşan dikin ku wan sond xwarine namûs û şerefa civata Êzidî rizgar bikin û biparêzin. Sado Îbrahîm diyar kir ku ji ber hêza wan a parastina cewherî tine bû, komkujiya 3'ê Tebaxê hatiye serê Êzidiyan û got, "YBŞ bi xwîna şehîdan ava bû û bi xwîna şehîdan mezin dibe."

ME LI ENIYÊ LI CEM HEVALAN CIHÊ XWE GIRTIN

Sado Îbrahîm da xuyakirin ku ew bi navê Mahîr Cangorî tevlî berxwedanê bûye û ev 8 meh in ew li Şengalê weke Yekîneyên Berxwedana Şengalê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin. Îbrahîm bibîr xist ku piştî fermana 73'an hêza rewa ya Êzidiyan YBŞ ava bû û got, "Ev 8 meh in em li Şengalê li ber xwe didin. Weke civata Êzidî bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê me hêzek ava kirin. Me jî li cem hevalan li cem HPG/YJA Star, YPG/YPJ'ê, li eniya şer a Şengalê cihê xwe girt. Ev 8 meh in em li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, li ber xwe didin. Niha li Şengalê pevçûnên dijwar diqewimin. Hevalê Çekdar pismamê min e. Ne tenê em ji gelek malbatan gelek kes beşdar bûn. Heval Rêber, Dijwar, Besê, heso, Edesa, Evîndar, Evîn, Arîn, Comert, Reşo yanî ne tenê me beşdar bûne, gelek ji me di nava berxwedanê de cih digirin. Em dixwazin YBŞ'ê mezin bikin, bêguman ne tenê em ji gelek malbatan tevlîbûn heye. Kî dixwaze dikare bê tevlî YBŞ'ê bibe. YBŞ bi xwîna şehîdan ava bû, bi xwîna şehîdan mezin dibe."

Şervanê YBŞ'ê Sado Îbrahîm diyar kir ku ew ne tenê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di heman demê de li dijî kampanyayên reşkirinê jî têdikoş in û destnîşan kir ku ew bi biryar in Êzdîxanê biparêzin. Şervanê YBŞ'ê got, "Hin derdor dibêjin ev 'çend kes in'. Bêguman ev gotin ne rast in, em şer dikin, şehîdan didin. Di berxwedana Şengalê de me 18 şehîd dan, birîndarên me hene. YBŞ li gel HPG û YJA Starê li eniya herî pêş e. Rewşa bi vî rengî ye."

'PKK 8 MEH IN LI ŞENGALÊ ŞEHÎDAN DIDE'

Şervanê YBŞ'ê Sado Îbrahîm di dewama axaftina xwe de got, "PKK weke YPG û HPG hat û korîdora însanî vekir. Şerekî giran dimeşîne û 8 meh in şehîdan dide, li ber xwe dide. Hin derdor dibêjin 'PKK hatiye wê zarokên me bibe', ev hemû axaftinên vala ne." Îbrahîm diyar kir ku jinên ku heta roja îro di nava civata Êzidî de nedihatin dîtin li eniyê şer dikin.

Şervanê YBŞ'ê got, "YBŞ hêza pîroz a Êzidîxanê ye. Keç û jinên tevlî YBŞ'ê bûne jî ji bo şeref û namûsa xwe biparêzin şer dikin. Em li vê derê hemû bi hev re ji bo Şengalê ji destê dijmin rizgar bikin, şer dikin. Eger îro keç û xortên Êzidiyan Şengalê neparêzin wê kî biparêze. Eger em li ber xwe nedin wê dijmin ji Êzidîxanê dernekeve û Şengalê careke din were firotin."

Şervanê YBŞ'ê anî ziman ku bêyî têkoşînê ti serketin bi dest nakeve û got, "Hin derdor nahêlin keç û xortên wan tevlî YBŞ'ê bibin. Dibêjin zarokên me êdî nayên malê. Ev ne rast e. Îro dê, bav, xwişk, extiyar û zarokên me hemû di destê DAIŞ'ê de ne. Yanî ev ne şaş e lê hatin û tevlîbûna li nava YBŞ'ê şaş e? Mijara herî girîng cihgirtina di nava YBŞ'ê de ye. Eger em îro di nava YBŞ'ê de cih negirin, ji bo me jiyan bê wate ye, ji ber ku erd û namûsa me di bin dagirkeriya dijmin de ye. Eger em YBŞ'ê xurt û mezin nekin, ne em dikarin Şengalê rizgar bikin, ne jî biparêzin."

Îbrahîm da zanîn ku yekane rêya rizgariya dîlên di destê DAIŞ'ê de xurtkirina YBŞ'ê ye û got, "Ne tenê Êzidiyên li Şengalê, Êzidiyên li Beadir û cihên din divê hîn bêhtir tevlî YBŞ'ê bibin. Yekane rêya rizgariya dê, xwişk û birayên me ji dstê DAIŞ'ê, ev e."

'TEVLÎBÛNA LI NAVA YBŞ'Ê HEYE, LÊ KÊM E'

Ji Yekîneyên Berxwedana Şengalê Farûk Xarafa bi nasnav Çekdar ê ji gundê Kerse, yek ji wan kesên ku Şengal ne terikandiye û şerkirin tercîh kiriye. Mîna pismamê xwe Farûk gihîştiye wê baweriyê ku serketina berxwedana Şengalê bi tevlîbûna li nava refên YBŞ'ê dibe.

Şervanê YBŞ'ê Çekdar anî ziman ku ew bi pismamê xwe re şer dikin û got, "Bi pismamê xwe Mahîr re em niha li Şengalê ne û li ber xwe didin. Zêdeyî du meh û nîv in em di nava bajarê Şengalê de şer dikin. Her çend hevalên me şehîd dikevin jî, me berxwedaneke baş nîşan dan. Divê hemû Êzidî destekê bidin me. Eger hinekî din destekê bidin me em ê çêtir şer bikin. Divê em ji xwe re nebêjin PKK wê her tim me bigihîne û xaka me biparêze. Nebêjin pêşmerge wê me biparêze, pêşmerge ji vir reviya. Gelê me wê careke din çawa ji wan bawer bike, wê çawa pişta xwe bispêre wan. Îro artêşeke Êzidiyan ava dibe. Îro bi alîkariya hevalên PKK'yî em bi pêş ve diçin. Keç û xortên tevlî YBŞ'ê bûn neçûn ti cihekî din, winda nebûn. Hemû li gundê xwe ne, li Şengalê û li dijî DAIŞ'ê şer dikin."

XIZMÊN HEV BÛN, NIHA BÛNE RÊHEVALÊN HEV

Farûl Xarafe bal kişand ser cangoriyên ji parçeyên din ên Kurdistanê hatine û li Şengalê jiyana xwe ji dest dane û got, "Em niha li Şengalê ne, gelek hevalên Rojavayî hatin li vir şehîd ketin. Me dîtin ku ew şehîd ketin. Em gelekî pê diêşin. Divê ciwanên me hîn bêhtir tevlî YBŞ'ê bibin, em YBŞ'ê xurt bikin. Ez û hevalê Mahîr em pismamê hev in, em dikarin xwîna xwe di ber hev de birijînin. Eger di ber gelê xwe û di ber hev de şehîd bikevin ev tiştekî normal e. Berê ne wiha bû, me rastiya xwe di şer de dîtin. Bi hevalê Mahîr re em li mewziyên Şengalê şer dikin. Em berê pismamê hev bûn, niha bûne hevalê hev. Ev yek ji biratî, ji pismamtiyê jî bêhtir bi qîmet û girîng e."

Şervanê YBŞ'ê Farûk herî dawî bi rêya kamerayên ajansa me ev bang kir; "Bendewariya me ji dê, bav û hemû Êzidiyan ew e ku keç û xortên xwe bişînin. Bi rûniştin û bendemayîna li wir re Şengal azad nabe, rastî ev e. Zarokên xwe bişînin. Raste tevlîbûn heye lê kêm e, divê were zêdekirin. Gelê me hewl dide alîkariyê bide, lê girîng e em hinekî din giraniya xwe bidin."