KCD: Pêwîst e gelê me beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibe
Kongreya Civaka Demokratîk, di çarçoveya pîrozbahiyên 2015’an ên Newrozê de ku li Pirsûsê wê bên lidarxistin civîneke çapemeniyê li dar xist û banga tevlîbûnê li gel kir.
Kongreya Civaka Demokratîk, di çarçoveya pîrozbahiyên 2015’an ên Newrozê de ku li Pirsûsê wê bên lidarxistin civîneke çapemeniyê li dar xist û banga tevlîbûnê li gel kir.
Kongreya Civaka Demokratîk, di çarçoveya pîrozbahiyên 2015’an ên Newrozê de ku li Pirsûsê wê bên lidarxistin civîneke çapemeniyê li dar xist û banga tevlîbûnê li gel kir. Endamê Serokatiya KCD’ê Hîlmî Aydogan, got ku ji Rojava jî wê nûnerên partiyên siyasî yên ji 22 kesan jî tevlî pîrozbahiyan bibin.
Kongreya Civaka Demokratîk, di çarçoveya pîrozbahiyên 2015’an ên Newrozê de ku li Pirsûsê wê bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir. Daxuyaniya çapemeniyê li Avahiya KCD’ê hat dayîn. endamên Dîwana Serokatiyê ya KCD’ê Hîlmî Aydogan, Şeyhmus Bayhan, Seydî Firat, Feleknas Uca û ligel endama Komîsyona Jin a KCD’ê Sabriye Orak nûnerên saziyên civaka sivîl jî beşdar bûn. Di daxuyaniya ku li vir hat dayîn, endamê Dîwana Serokatiyê ya KCD’ê Hîlmî Aydogan got ku pîrozbahiyên Newrozê yên li Kobanê û Rojhilata Navîn ji bo pêşeroja Kobanê û Rojhilata Navîn girîng in.
‘WÊ BIBE MÎLADEK NÛ’
Aydogan destnîşan kir ku Newroza 2015’an wê bibe mîladeke nû û got, “Ji bo pîrozbahiyên Newroza 2015’an a xwedî girîngiyeke dîrokî ye, çend roj man. Xebatên me yên Newrozê yên em bi heyecan û coşeke mezin dimeşînin bi tempoyeke mezin berdewam dikin.”
‘HÊVIYÊN GELAN JI PÊVAJOYÊ MEZIN IN’
Aydogan ku got, “Hêviyên gelên me yên ji vê pêvajoya nû ya bi Newrozê re destpê kir mezin” û bal kişand ser pîrozbahiyên li Pirsûsê. Aydogan wiha got, “Di Newroza Pirsûsê ya 17’ê Adara 2015’an ku em ê bi dengekî bilind peyamê bidin, mil bi mil em li rex berxwedanê ne, em bi li tevayî gelê me, dostên gelê me, derdor û saziyên demokratîk-pêşverû dikin ku bi ruhê Newrozê yê azad û coşa wê tevlî pîrozbahiyê bibin.”
WÊ MUSLIM Û ABDULLAH JÎ BEŞDAR BIBIN
Piştî daxuyaniyê li ser pirsa rojnamevanan a wê pêkhateyên siyasî yên Kobanê tevlî pîrozbahiya li Pirsûsê bibin, Aydogan got, “Wê bi awayekî fermî tevlîbûnek çêbibe. Enver Muslim, Asya Abdullah wê beşdar bibin. Her wiha wê li ser navê pêkhate û partiyên siyasî heyetek ji 22 kesan beşdar bibin.”