Meşa ji Ocalan re azadî di roja duyemîn de ye
Welatiyên ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî" ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin li gundê Banihe bêhna xwe vedan.
Welatiyên ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî" ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin li gundê Banihe bêhna xwe vedan.
Welatiyên ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî" ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin li gundê Banihe bêhna xwe vedan. Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildzi têkildarî meşê nirxandin kirin û wiha got: "Kesên tevlî meşê bûn şopdarên kesên li hemberî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bedenên xwe dan ber agir in."
Meşa gelê Botanê ya ji Cîzîrê destpê kir a ber bi Amedê ve diçe bi coş berdewam dike. Çalakvanên tevlî meşê bûn şevê li cihên dimînin li dora agir kom dibin û têkildarî pêvajoyê de nirxandin tên kirin. Çalakvanên serê sibê ji gundê Sivikê yê Cizîrê meşa xwe careke din dan destpêkirin li gundê Banihe yê Hezexê bêhna xwe dan. Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz ê ku di meşê de cihê xwe digire li cihê bêhndayînê têkildarî armanca meşê de nirxandin kirin.
'EV CIWAN ZAROKÊN GELÊ HAT QETILKIRIN IN'
Sariyildiz diyar kir ku meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî lidarxistin divê ji aliyê hemû kesî ve baş bê fêmkirin û wiha got: "Ev ciwan zarokên gelê di salên 90'an de ji ber posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirtin hatin qetilkirin in. Di heman demê de şopkerên kesên tevlî meşê bûn şopkerên kesên li hemberî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî bedenên xwe dan ber agir in. Niha jî ji bo azadiya Birêz Ocalan dimeşin."
‘DI VÊ PÊVAJOYÊ DE LI GIRTÎGEHÊ HIŞTINA OCALAN NE EXLEQÎ YE’
Sariyildiz destnîşan kir ku tevgera azadiya Kurd pir mezin bûye û wiha berdewam kir: “Em niha pêvajoya muzakereya demokratîk û azadiya birêz Ocalan nîqaş dikin. Birêz Ocalan êdî li ji aliyê milyonan Kurdan vê ji aliyê gelên Rojhilata Navin ve rêberekî rêzê dibîne ye. Bandora wî ya li ser gelê Kurd tiştekî nayê nîqaşkirin e û sermuzakerevanê pêvajyo çaraseriyê ya berdewam dike ye. Bi taybetî di vê pêvajoya ku em rêbazên çareseriya demokratîk nîqaş dikin de girtina birêz Ocalan tiştekî exlaqî nîne, hinceta vê ya siyasî û exlaqî nîne. Divê rêberê gelê kurd ê bi nirxandin û pêşdîtinên xwe ve rê nîşanî Rojhilata Navîn dide divê di vê pêvajoyê deli derve be.”
‘NÊZÎKATIYA AKP’Ê NE LI GORÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ YE’
Sariyildiz da zanîn ku divê dewlet vê peyamê baş bixwîne û wiha got: “Di hemû gundên ku em tên pêşwazîkirin de daxwaza tevlibûnê heye. Ev rojên em tê de rojên dîrokî ne. Birêz Ocalan divê pêvajoyê di wan şert û mervan ne pêşwazî neke. Gelê kurd ji ber nêzîkatiyên hikûmeta AKP’ê bi guman e. Ji ber ku nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Di pêvajoya ku em muzakere, rêbazên çareseriya demokratîk nîqaş dikin de paketeke ewlehiyê ya ruhê wî faşîst e hewl dide ji meclîsê derxîne. Em di vê mijarê de hikûmetê hişyar dikin.”
‘DI MEŞA AZADIYÊ DE EM BI CIWAN, KAL Û PÎRAN VE GIHÎŞTİN HEDEFA XWE’
Ciwanê bi navê Ferdal Akdenîz ê ku diyar kir ji navçeya Geverê ya Colemêrgê tevlî meşê dibe jî anî ziman ku ew ê ji bo azadiya Ocalan bi biryarî têkoşîna xwa bidomînin û wiha axivî: “Em hêvîdar in dê meşa me bigihîje armanca xwe û Rêberê me Abdullah Ocalan wê azad be. Li vir enerjiyeke pir baş heye. Piştî 7 rojan em ê li Amedê bin. Em hêvîdar in hedef û pêşketînên xweş ên ku gelê me li bendê ye di 21’ê Adarê de li Newroza Amedê wê bê aşkerakirin û ji bo gelên Tirkiyeyê bibe hêvî. Em wekî gelê kurd ji bo ku canê xwe feda bikin amade ne. Tenê bila aştî bê Tirkiyeyê, ji bo vê yekê jî em wekî ciwan têkoşîna vê yekê bidin.”
Çalakgerên ku ji roja destpêka meşê heta niha bi coş in bi sirûd û staran ve çalakiya xwe didomînin, piştî ku pêdiviyên xwe bi cih anîn dê ber bi Nisêbînê ve biçin.