Atalan: Civata Êzidî xwe ji nû ve birêxistin dike

Hevserokê FKÊ Atalan diyar kir, ku di serî de qirkirina dawî ya li Şengalê ji bo bersiva li 73 fermanan were dayîn, pêwîstiya Êzidiyan bi ji nû ve rêxistinbûyîneke xwe dispêre baweriya ji hêza xwe heye û got ku FKÊ hewl dide pêşengiyê ji vê re bike.

Hevserokê FKÊ Alî Atalan da xuyakirin, ku di serî de qirkirina dawî ya li Şengalê ji bo bersiva li 73 fermanan were dayîn, pêwîstiya Êzidiyan bi ji nû ve rêxistinbûyîneke xwe dispêre baweriya ji hêza xwe heye û diyar kir ku FKÊ hewl dide pêşengiyê ji vê re bike.

Bi tespîta 'Sedema bingehîn a 73 fermanên rabûne bêrêxistiniya civata Êzidî ye', piştî ragihandina Meclîsa Damezrîner a Êzidiyên li Şengalê ya 14'ê Çileya 2015'an, di serî de li Ewropayê Êzidiyan li hemû cihên lê ne, lez dan xebatên xwe yên birêxistinkirinê.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê (FKÊ) jî bi dirûşma "Em destekê didin xweserî û azadiya Şengalê" di 25'ê Çileya 2015'an de dest bi rêze civînan kir. Rêze civînên li bajarê Elmanya Bremenê destpê kir, bi dorê li bajarên Elmanya Emmerich-Wesel û Bîelefeldê, li bajarê Belçîka Liege, li herêma Saarland a Elmanyayê, bajarê Swîsre Zurichê, li bajarê Elmanya Celle, li herêma Fransa Corbei û herî dawî jî li paytexta Rûsya Moskowê di 7'ê Adarê de pêk hat.

Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) Alî Atalan der barê van rêze civînan de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di serî de qirkirina dawî ya li Şengalê ji bo bersiva li 73 fermanan were dayîn, pêwîstiya Êzidiyan bi ji nû ve rêxistinbûyîneke xwe dispêre baweriya ji hêza xwe heye. 

Piştî ragihandina Meclîsa Damezrîner a Şengalê, weke FKÊ we li Ewropa û Rûsyayê dest bi rêze civînan kirin. Hûn der barê rêveçûna van civînan de dikarin agahiyan bidin me?

Piştî ragihandina Meclîsa Damezrîner a Êzidiyên li Şengalê, weke Federasyona Êzidiyên li Ewropayê me jî xwest bi armanca piştevaniya vê gava dîrokî, rêze konferansan lidar bixin. Di serî de Elmanya me li Fransa, Belçîka, Swîsre û herî dawî jî li Rûsyayê bi giştî 10 konferans lidar xistin. Eleqeya ji van konferansa re gelekî zêde bû. Asta nîqaşan, pêşniyarên hatin kirin û encamên hatin bidestxistin watedar bûn. Li gorî ruhê pêvajoyê nîqaş hatin kirin, pêşniyar hatin pêşkêşkirin. Û di encamê de me konferansa gengaz a ragihandina Xweseriya Şengalê re namzetên delegeyan tespît kirin. Ev hevalên ku hatine tespîtkirin wê di dema pêş de li hev bicivin û li di nava xwe de delegeyên eslî yên li gorî kontenjana ji me re hatiye veqetandin, hilbijêrin. Her wiha ji vê pêkhateyê, wê ji bo Kongreya Êzidiyan a Cîhanê ya gengaz ku tê payîn di dema pêş de were lidarxistin, delege werin destnîşankirin. Ji bo fînansekirina Navenda Civaka Ezdaî ya Ewropayê destek ji gel hat xwestin û meqbûs li gel hat belavkirin. Di mijara destekdayîna gelê me de ti şik û gumana me nîne. Herî dawî di konferansa li Rûsyayê de, civata Êzidî ya li wê derê ku bi qasî 200 hezar kes e, bû xwedî rêxistinbûyîn û temsîliyetê. Li wê derê bi 59 endaman re Kongreya xwe ava kirine. Li gorî vegotina Êzidiyên li Rûsyayê heta niha civîneke ewçend berfireh nehatiye lidarxistin û civata me ya li wê derê nebûne xwedî rêxistinbûyîneke ewçend berfireh. Bi kurtasî eger were kurteberkirin, li gorî eleqeya hat nîşandan, naverok û rêxistinbûyîna derket holê û li gorî encama bi dest ket, dikarim bêjim ku rêze konferansên me gelekî erênî derbas bûne.

Li gorî nîqaş û encamên ji van civînan derketiye holê, her wiha li gorî rêxistinbûyîna heyî ya li Şengalê, Êzidiyên hem li welat hem jî li derveyî welat wê ji niha û pê ve bibin xwedî rêxistinbûyîneke çawa?

Civata Êzidiyên Kurdistanê, girîng e xwe ji rewşeke bêrêxistinbûyî, pasîf û qels derxîne, bi rêxistinbûyîneke xweser û çalak, li her deverê xwe bike kirdeya aktîf. Pêwîstiyeke ku xwe ji nîqaşên encam jê nayê rizgar bike û rêbazeke xebatê ya encamê bi dest dixe, peyda bike. Divê federasyona me ji reorganîzasyon (ji nû ve rêxistinbûyîn) a civaka me re pêşengiyê bike. Bi van rêze konferansan re me hewl dan tevkariyê li vê bikin. Dikarim bêjim ku di vê mijarê de me hin encam bi dest xistin. Lê belê em hînê di destpêka kar de ne. Em civateke ku di rêveçûna dîrokê de li 73 qirkirinan rast hatine ye.  Di serî de qirkirina dawî ya li Şengalê ji bo bersiva li 73 fermanan were dayîn, pêwîstiya Êzidiyan bi ji nû ve rêxistinbûyîneke xwe dispêre baweriya ji hêza xwe heye. Li dijî armanca tevgera faşîst a DAIŞ'ê ya ji bo tinekirina Êzidiyan ji bo xalîkirina Êzidiyan ji Kurdistanê, bersiva herî rast ew e ku civat bibe xwedî sekneke dijber, berê xwe bide welêt û vê yekê bixe meriyetê. Eger zîhniyetê barbar dixwaze me ji welatê me derxîne û vê yekê li ser me ferz dike, divê em jî bi ruhekî hêjayî Derwêşê Evî û versiyonê wî yê hemdem Berxwedan Tolhildan, sekneke serbilindî nîşan bidin û vegera welêt esas bigirin. Ya ku divê em bikin û kêm be jî em hewl didin bikin, ev e.

Girîngiya vê hilbijartinê ji bo civata Êzidî, bi giştî ji bo gelê Kurd çi ye? Bangek we ji bo hilbijêrên li Ewropayê heye?

Ev hilbijartin hem ji bo me hem jî ji bo hemû gelên li Anatolî û Mezopotamyayê xwedî girîngiyeke startejîk e. Li Tirkiyeyê desthilatdariyek heye ku dixwaze rejîma xwe ya hegemonîk û totalîter mayînde bike û bi vê hilbijartinê re zîhniyeta xwe ya yekperestî û desthilatdariya xwe ya bi tena serê xwe konsolîde bike. Li hemberî vê jî, bi bîrdozî, bername û pratîka xwe re partiyek heye ku baweriyê dide hemû gelan, baweriyan û kedkaran. Ew jî HDP ye. Destekkirina HDP'ê ya li dijî mejiyê totalîter sîstema civaka exlaqî-polîtîk û demokratîk a pirrengiyê diparêze, wezîfeyeke însanî ye. HDP hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê arîtmetîk ve weke vebijarka yekane derdikeve pêş. Ji bo azadî, wekhevî, wekhevî û demokratîkbûyîna sîstem û civakê, divê HDP bi teqezî bi ser bikeve. Di vir de, pêwîste her kes çi li welat çi jî li derveyî welat, tevkariyê liv ê hêzê bike, bi dengên xwe re tevkariyê li vê serketinê bike. Girîng e Êzidiyên li derveyî welat di pêvajoya qeydkirinê de xw qeyd bikin, bi awayekî aktîf tevlî kampanyaya hilbijartinê bibin û dengê xwe bidin xwe, yanî bidin HDP'ê. Di heman demê de girîng e derdora xwe jî teşwîq bike ku dengê xwe bidin HDP'ê. Pêwîste her kes bi awayekî çalak beşdarî vê kampanyayê bibin.