Di Newroza li Amedê de wê 15 hezar kes wezîfedar bin

Ji bo Newroza li Amedê, ku tê payîn bibe mezintirîn pîrozbahiya salên dawî, amadekarî dewam dikin. Hat ragihandin ku wê 15 hezar kes di pîrozbahiyê de wezîfedar bin.

Ji bo Newroza li Amedê, ku tê payîn bibe mezintirîn pîrozbahiya salên dawî, amadekarî dewam dikin. Hat ragihandin ku wê 15 hezar kes di pîrozbahiyê de bi dildarî wezîfedar bin. Li aliyê din, li 25 otelên li bajêr, hemû ode ji bo 18-22'ê Adarê hatin rezervekirin.

Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê ya 21'ê Adarê, ku tê payîn zêdeyî 2 mîlyon kes beşdar bibin, amadekarî dewam dikin. Beriya pîrozbahiya li qada Newrozê ya li navçeya Baglarê, ekîbên şaredariyê li qadê dest bi kar kirin.

Ji bo pîrozbahiyê, Serokkomarê Fransayê François Hollande, Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras, Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm, Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî, Hevserokên PYD'ê Asya Ebdullah û Salih Muslim, gelek lîderên dewlet û partiyan hatin vexwendin.

Ji bo pîrozbahiyê bi 15 zimanî vexwendîname hatin şandin. Her wiha, ji bo di pîrozbahiyê de pirsgirêkek dernekeve, wê 15 hezar kes bi dildarî bixebitin.

Li aliyê din, hemû otelên li Amedê beriya pîrozbahiya Newrozê tijî bûn. 2 hezar 200 odeyên li 25 otelên li bajêr di navbera 18-22'ê Adarê de hatin rezervekirin.

Komîteya Amadekar a Newrozê, ji bo mêvanên ji derveyî welat û bajarên cuda werin vehewînin, amadekariyan dike ku li malan bikin mêvan. Hat xwestin ku malbatên dixwazin mêvanan li mala xwe bikin mêvan, serî li Komîteya Amadekar a Newrozê bidin.