Li qadên gerîla tevgera pêger û balafirên artêşa Tirk
Li herêmên Gare û Metîna pêgerên hewayî yên bê mirov û li herêma Zapê jî balafirên şer ên artêşa Tirk, di nava tevgerê de ne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê tevgera pêgerên keşfê û balafirên şer ên artêşa Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyeke weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku roja 16'ê Adarê saet di navbera 22:00 - 00:00 de û roja 17'ê Adarê saet di navbera 01:00 - 02:00 de pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk li qada Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê keşif kirine.
Navendê diyar kir ku di 17'ê Adarê saet di navbera 05:00 - 09:00 de li herêma Heftanînê û saet di navbera 04:00 - 05:00 de jî li herêma Metîna artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kiriye.
Li gorî daxuyaniyê heman rojê saet di navbear 06:00 - 06:30 de balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêma Zapê geriyane.