Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê

Li navçeyên Peyas û Rezanê bi sedan welatiyan agirê Newrozê pêxistin û li dora agir govend girtin.

Li navçeyên Peyas û Rezanê bi sedan welatiyan agirê Newrozê pêxistin û li dora agir govend girtin.

Li Taxa Huzurevler a navçeya Peyasê ya Amedê welatiyan Newroza 2015'an li Parka Ahmed Arîf pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de pankarta "Bi ruhê Berxwedana Şengal û Kobanê Newroz pîroz be" û alên PKK, KCD'ê hatin vekirin. Rexistinên DBP/HDP û Meclîsa Taxa Huzurevlerî, Yenîyolê û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de li dora agir govend hat girtin û bi dirûşm, tilîlî, çepik û fîşekên hewayî Newroza 2015'an hat pirozkirin.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê navçeya Peyasê Ramazan Çelîk axivî û diyar kir ku 2015 ji bo gelê Kurd pir girîng e û wiha got: "Em vê Newrozê bi ruhê berxwedana Kobanê pîroz dikin. Bi saya şehîdan em niha Newroza xwe pîroz dikin. Ev Newroz Newroza şehîdên me ye. Şehîd namirin."

REZAN

Li Taxa Şêx Şamîl a navçeya Rezan a Amedê jî bi sedan welatiyan Newroz pîroz kirin. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek, rêveberên HDP û DBP'ê yên rezan û gelek kesên tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hate pêxistin. Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurd sembola aştiyê ye.

Piştî axaftinê welatiyan li ber muzîkê govend girt.