Demîrtaş: Em ê ti carî dest ji têkoşîna azadiyê bernedin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş civîneke kurt a komê lidar xist. Demîrtaş got, "Birêz Recep Tayyîp Erdogan; heta ku HDP hebe, heta ku HDP'yî li ser vê xakê hebin, tuyê nebî Serok."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna asayî ya koma partiya xwe de axivî. Di civîna koma partiyê de ku rêxistinên HDP'ê yên Derya Reş lê amade bûn, anî ziman ku ew ê bi rêxistinên Derya Reş re li Navenda Giştî ya HDP'ê bicivin.
Demîrtaş got, "Ez tenê ji bo ku gotinekê bikim derketim vir. Em soza xwe ya ji bo demokrasî, aştî û azadiyê daye gelê xwe dubare dikin. Em tevgereke bazarê nînin. Ti caran û ti caran di navbera me û AKP’ê de hevkarî û bazariyeke qirêj nebû û wê nebe jî."
Demîrtaş bilêv kir ku tiştên ku ew bînin ziman zêde ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê sedema derketina min a kursiyê tenê hevokek e. Heta ku HDP hebe û HDP’î li ser vê axê hebin tuyê nekaribî bibî Serok. Birêz Recep Tayyîp Erdogan em ê nehêlin tu bibî serok, em ê nehêlin tu bibî serok, em ê nehêlin tu bibî serok.”
Kesên li salonê bi çepikan bersiv dan gotinên Demîrtaş. Civîna komê ya HDP’ê wê li Navenda Giştî ya HDP’ê bi rêxistinên Deryaya Reş ve berdewam bike. Demîrtaş got ku ev civîna komê ya dawî ye û nirxandina “êdî em ê li qadan bin” kir.