HDP’ê êrîşên li dijî dibistana li Wanê bir rojeva Meclîsê

Parlamenterê HDP’ê Aktaş êrîşên polîsên Tirk ên li Wanê li dijî dibistanên amadeyî pêk hat û xwendekar bi mirinê re rû bi rû man, bir rojeva Meclîsê. Aktaş pirsa “Fermana êrîşa li dijî xwendekaran kê daye?” ji Wezîrê Navxweyî pirsî.

Parl,amenterê HDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş êrîşên polîsên Tirk ên li Wanê li dijî dibistanên amadeyî pêk hat û xwendekar bi mirinê re rû bi rû man, bir rojeva Meclîsê. Aktaş pirsa “Fermana êrîşa li dijî xwendekaran kê daye?” ji Wezîrê Karên Hundir pirsî.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş bi armanca Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk bibersivîne, pêşniyarpirsek têkildarî êrîşên li Wanê li dijî xwendekarên dibistana amadeyî pêk hatin, pêşkêşî Meclîsê.

GULEYÊN RAST HATIN KARANÎN

Aktaş di pêşniyarpirsê de got: “Hêzên polîs û ewlekariyê bi wesayîtên zirxî û TOMA ve bi ser Dibistana Pîşeyî ya Amedeyî ya Van Goluyê de girtin û di êrîşê de ava şid, bombeyên gazê û çek bi kar anîne.”

Aktaş bal kişand ser êrîşa polîsan ê li dijî dibistana amadeyî û têkildarî êrîşê agahî da. Aktaş destnîşan kir ku ev dibistan û zarokên li vê dibistanê dixwînin, demek dirêj e li rastî zext û êrîşên polîsan tên.

JI HIKÛMETÊ PIRSÎ

Aktaş ê HDP’yî pirsa “Fermana êrîşa li dijî xwendekaran kê daye?” ji Wezîrê Karên Hundir pirsî û sedema vê êrîşa dijminane ya ku polîsan li dijî xwendekar û dibistanê pêk anî jî pirsî.

Aktaş ev pirs jî pirsî: “Dibêjin polîs nehiştin ambulansên ku ji bo xwendekarên birîndar bûn, dihatin bên, gelo ev rast e? Ger ne rast be, hûn ê têkildarî vê yekê dest bi lêpirsînê bikin an na?”