Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê ji bo girtiyê bi navê Serhat Tugan ku bi biryara DGM’ê ve rastî cezaya muebeta giran hat daxuyanî da. Xizmên Tugan diyar kirin ku ew efû naxwazin tenê xwesteka wan ew e ku Tugan bi awayekî adîl bê darizandin.
Li Şaxa Komaleya Mafên Mirovan a Colemêrgê (ÎHD) ji bo girtiyê bi navê Serhat Tugan ku di sala 1991’an de ji aliyê DGM'ê ve hat darizandin û cezaya muebbeta giran lê hat birîn daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniya ku di avahiya ÎHD’ê de hat dayîn de xizmên Tugan jî amade bûn. Nûnerê Herêma Serhedê ya ÎHD’ê Orhan Kobaran diyar kir ku Serhat Tugan di mihkemeyên bêdad û muxalîfên pergalê darizandin de hat mehkûmkirin. Koparan destnîşan kir ku bandora neyînî ya DGM’yan hê jî di bîra wan de ye û wiha got: “Tugan û bi hezaran kes jî di van mihkemeyan de hatin darizandin û ev jî kulê dilê mirovahiyê kurttir dike. Divê demildest daraz ji vê şermê xwe rizgar bike û van kesan berde.”
Koparan tehlîyekirina serkêşê rêxistina ÎBDA-C’yê Mîrzabeyoglu jî mînak nîşan da û wiha berdewam kir: “ Divê daraz li hember hemû gelan wekhev nêzîk bibe û di bandora tu nêrînek siyasî de nemîne. Kesên di DGM’yan de hatin darizandin jî divê careke din bi edîlane werin darizandin.”
Xizmên Tugan jî anîn ziman ku ew efû naxwazin, tenê li pey dadê ne.