Li bajarê Gronau bi pişgiriya 30 saziyan re bernameya piştevaniya bi Kobanê re pêk hat. Di bernameyê pereyê hatin komkirin wê ji bo Kobanê û Şengalê bê şandin. Li Munsterê agirê Newrozê hat hildan û ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê Li bajarê Gronau ya Elmanyayê di encama xebatên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat meşandin de bi armanca piştevaniya Kobanê û Şengalê şahiyek pêk hat.
Bername bi piştgiriya Şaredariya Goranu, CDU, SPD, Keskan, Partiya Çep, DGB, Carîtas, Dîakonî, Komeleya Portekîzan, Afrîkayî, papazê Suryanî-Keldanî hat organîzekirin.
Di bernameya piştevaniyê de hunermendên ji gelên cuda stran gotin û reksên gel hatin lîstin.
EM Ê PIŞTEVANIYÊ BIDOMÎNIN
Bernameya ku ji bo piştevaniya gelê Kobanê û Şengalê pêk hat xwarinên herêmî hatin firotin û nêzî 1500 kesî tevlî bûn.
Şaredara Gronau Sonya Jurgens jî di nav de nûnerên 30 desteyan daxuyaniyek hevpar dan û gotin wê bi projeyên cuda piştevaniya ji bo Kobanê û Şengalê bidome.
LI MUNSTERÊ AGIRÊ NEWROZÊ HAT HILDAN
Li bajarê Munsterê ji aliyê Meclîsa Gel Demokratîk a Kurd ve li Salona Geîstchule pîrozbahiya Newrozê pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn.
Ligel muzîkê govend hat gerandin û agirê Newrozê hat pêxistin.
Nûnerên Civaka Azad Tahîr Koçer axivî û diyar kir ku Newroz roja serhildanê ye û got: “Heta azadiya me bi azadiya Rêber Apo re tacîdar nebe, ti wateya pêvajoyê tune. Em ê bi Newroza 2015’an re serokatiya xwe azad bikin û di Newroza 2016’an de bi Rêber Apo re bin.
Koçer ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî bang li hemû kesî kir ku di navbera 8’ê Gulan û 31’ê Gulanê de biçin ser sindoqan.