Bihar hat diyarên azadiyê

Ew darên bedew ên bi beşek ji kulîlkên darên behîv û mişmişê reng dane rewşa biharê, wezîfeya xwe ya îsal bi awayekî serketî qedandine û ji bo di xwezayê de veguhere tiştekî din, xwe berdane nava hembêza axê.

Ew darên bedew ên bi beşek ji kulîlkên darên behîv û mişmişê reng dane rewşa biharê, wezîfeya xwe ya îsal bi awayekî serketî qedandine û ji bo di xwezayê de veguhere tiştekî din, xwe berdane nava hembêza axê. Her roj em hewa deşt û çiyayekî din ê Kurdistanê hilm dikin. Li her bihosteke xaka wê tovên xwe hene, ji bo berhemekê bide biharê. Bi zêdebûna reng, rewş, curbicuriya axê re nîjadê mirovan jî cuda dibe, dewlemend dibe. Ji ber vê yekê ax û dê pîroz in, ji ber ku ew hildiberînin. Hurmeta li ax û dê ya esasî ye.

Me jî berê xwe dan van çiyayan, berê xwe dan cihê ku em lê hêviyê dibînin. Li çiyayên Kurdistanê hatina biharê bi xwe re têkoşînê, berxwedanê, azadiyê tîne. Ev çiyayên bi heybet, her çavkaniya jiyanê ne. Zarokên vê erdnîgariya bi sedan salan bi mirinê hatiye tecrûbekirin, wê kulîlkên siberojên azad bi xwêdana xwe av bidin."