Irmak: Em ê Rêber û erdnîgariya xwe azad bikin
Hevseroka KCD’ê Irmak di Newroza Pirsûsê de got: "Em ê destpêkê Rêberê xwe piştre jî erdnîgariya xwe azad bikin.”
Hevseroka KCD’ê Irmak di Newroza Pirsûsê de got: "Em ê destpêkê Rêberê xwe piştre jî erdnîgariya xwe azad bikin.”
Hevseroka KCD’ê Selma Irmak di Newroza Pirsûsê de axivî û diyar kir ku ji vê saetê şûn ve gelê Kurd ji ti kesekî daxwaza azadiyê nake, wê bi têkoşîna xwe azadiya xwe bigire û wiha got: "Em ê destpêkê Rêberê xwe piştre jî erdnîgariya xwe azad bikin.” Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî diyar kir ku peywira wan a ku ji nû ve Kobanê ava bikin heye û vê yekê teqez ji bîr nakin.
Piştî ku agirê Newrozê ji aliyê parlamenterên ji Danîmarkayê hatine, Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslîm, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna, Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tuncel, parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Aysel Tugluk, Ayla Akat Ata, Nursel Aydogan, aktîvîstên KJA’yê, rêveberên HDP û DBP’ê ve hate pêxistin. Piştre Hevseroka KCD’ê Selma Irmak di mitîngê de axivî û serketina Kobanê YPG û YPJ’î silav kir.
Irmak bilêv kir ku Şoreşa Rojava bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi pêşengiya jinan pêş ketiye û wiha got: “Têkoşîna ku bi eyvanê jinê ve gihîştiye serketinê û ji vê saetê şûn ve jî gelê Kurd ji kesekî daxwaza azadiyê nake û wê bi têkoşîna xwe ve bigire.” Irmak bang li Serokkomar Tayyîp Erdogan jî kir û got “Bila xwelî li serê yên ku li ber te dest vekin û azadiyê bixwazin be. Em ê destpêkê Rêberê xwe piştre jî erdnîgariya xwe azad bikin. Em êdî dizanin ku êdî ti kes zimanê me, çanda me nikare tine bihesibîne. Ti kes nikare bêstatubûnê li ser me ferz bike.”
Piştî axaftina Irmak peyama bi dîmen a ku fermandara YPJ’ê ya ji bo Newroza Pirsûsê şandiye hate temaşekirin. Sed hezaran kesên li qadê ne bi dirûşma “Bijî berxwedana YPJ-YPG’ê” peyam temaşe kirin. Di peyamê de hate gotin ku bi piştgiriya li Pirsûs û tevayî Bakur hate dayîn ve li Kobanê di serî de DAIŞ wê ti caran destûrê nedin terorîzm û faşîzmê.
Di pîrozbahiyê de koroya NÇM’ê bi Kurdî û Tirkî stranên xwe got û bername bi stranên şoreşgerî ve dom kir. Piştre Parlamenterê HDP’ê û Hevberdevkê HDK’ê Ertugrul Kurkçu axivî.
Kurkçu diyar kir ku ew serketina li hemberî zaliman û Erdogan hatî lidarxistin silav dike û ji bo vê serketinê pîroz bikin hatin cem hev. Kurkçu bal kişand ser daxuyaniyên Serokomar Tayyîp Erdogan û wiha got: "Erdogan dibêje 'Titiştê we kêm e' em jî dibêjin di her malekê de ciwanek, jinek, zarokek kêm e. Tişta ti didî me li qet nebe û kêm be. Ya em bigirin em dizanin. Têkoşîna azadiya gelê Kurd her aliyê Tirkiyeyê dihijîne û gel hişyar dike. Ez biratiya gelan careke din di vê Newrozê de pîroz dikim. Têkoşîna me bi hevre daye destpêkirin em ê hê bimeşînin." Kurkçu balkişand ser hilbijartinên 7'ê hezîranê û da zanîn ku ew dê bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û dostên xwe benda hilbijartinê ji holê rabikin.
Kurkçu bilêv kir ku ew tiştên borî û yên bê ji bîrankirin û wiha axivî: "Ez hemû şehîdên Kurdistan û Tirkiyeyê silav dikim. Heke têkoşîna wan neba em îro ewqas bi hêvî nedibûn. Em hemû şahidên Kobanê û şehîdên serhildana 6-8'ê cotmehê de silav dikin."
'PERGALA XWESERIYA DEMOKRATÎK JI BO SÛRIYEYEK DEMOKRATÎK GUNCAV E'
Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim jî axaftina xwe bi silavkirinê destpê kir. Muslîm hemû malbatên şehîdan silav kirin û şehîdên Kobanê bibîanîn. Muslîm diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê yên bi piştgiriya hin hêzan êrîş li Kobanê kirin nedizanin dê şervanên YPG û YPJ'ê li hemberî wan gelê xwe biparêzin û têkoşînekî bêhempa bidin. Muslîm anî ziman ku Kobanê cîhê mirovahiyê ye û wiha got: "Para hemû kesan di berxwedana Kobanê de heye.Şervanên mirovahiyê heya dawî li ber xwe dan. Şervanên mirovahiyê nîha jî ji bo azadiya gundan têkoşînê didin û ber xwe didin. Em hemû şervanan gel silav dikin. Ev serekeftin li we hemiyan piroz be. Di her sê kantonên Rojava de gelên cuda dijîn û nûnertiya wan di rêveberiyên xweser de heye. Pergala Xweseriya Demokratîk ji bo Suriyeyek demokratîk pergalekî guncav e."
'PEYWIRA ME YA KU EM KOBANÊ JÎ NÛ VE AVA BIKIN HEYE'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî axaftina xwe bi Kurdî destpê kir û hemû girse bi Kurdî silav kir. Yuksekdag diyar kir ku serketina Kobanê û Şoreşa Rojava li hemû gelan pîroz be û wiha got: "We ev serketin heya dawiyê heq kir. Zaliman bi hêza ji Deheqan girtin êrîş li gelan kir. Lê kesên ew zilim kirin niha perîşan in. Em dibînin. Yên digotin dê Kobanê bikevin îro bila bên berê xwe bidin Newroz Pirsûsê û ji vê yêkê ji xwe re dersan bigirin. Kesên li vir kesên têkneçûn û serî netewandin in. Gelê li vir gelê serî xwe netewandin in." Yuksekdag balkişand ser sînorên sûnî û wiha axivî: "Êdî ti wateyan sînoran nemayen. Sinorên ew êdî tenê di nexweşeyan de hene. Ti hikûmê van sînoran nemaye. Berxwedana Kobanê azadî û rizgariya hemû mirovahiyê ye. Ez li hemberî hemû şehîdên ev serketin ji me re diyarî kirin bejna xwe ditewînim. Em careke din soz didin şehîdan, em ê bi serketina Kobanê deriyê serketinên din vekin û mezin bikin. Em ê li Rojhilata Navîn û li her derê qezenc bikin. Serketina Kobanê mizgîniya serketinên din e. Em ê wî derî de bi rûmet û bi serketin derbas bûn. Lê hikûmeta AKP'ê li ber wî derî têkçû û li erdê ma. Siyaseta wan têk çû. Piştî serketina Kobanê ji melê me re digotin 'Hûn çima keyfxweşiyê dikin. Her aliyê Kobanê hatiye hilweşandin'"
Yuksekdag bal kişand ser axaftinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên demên dawî de û wiha axivî: "Ey Serokomar pirsgirêka te ya herî mezin pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka demokratîkbûnê ye." Yuksekdag, da zanîn ku êdî gelên Tirkiyeyê jiyanekî nû û Tirkiyeyî nû dixwazin. Yuksekdag bilêv kir ku gel muhtacî sedeqeyên serokomar nîn e. Yuksekdag destnîşan kir ku êdî gelên Tirkiyeyê li her qadê qezenc bikin û wiha got: "Em ê di hilbijartinê de jî qezenc bikin. Hemû gelên Tirkiyeyê û gelên Mezopotamyayê serbikevin û qezenc bikin. Em hemû bi hev re bi yekîtiyê em ê bi ser bikevin."
'PIŞTEVANIYA PIRSÛSÊ SÎNOR BÊWATE KIRIN'
Yuksekdag hemû gelê Pirsûsê ji ber piştgirî û parvekirina di berxwedana Kobanê de nîşandayîn jî silav kir. Yuksekdag diyar kir ku piştevaniya gelê Pirsûsê ji bo mirovahiyê mînak e û wiha pê de çû: "Divê hikûmeta AKP'ê ji vê yêkê ji xwe re gelek tiştan bigire. Heke ev sînor bê wate bibin bi saya vê yêkê ye. Bi saya berxwedan û piştevaniya gelê Pirsûsê ye." Yuksekdag anî ziman ku serketina Kobanê di heman demê de serekeftina Pirsûs û serketina Kobanê ye.
Yuksekdag da zanîn ku heke mirov bixwaze mezin qezenc bike divê mezin têkoşînê bike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em ê piştî vê yekê dîsa bi mezin dest bi xebatê bikin û em ê mezin qezenc bikin. Piştî serketina Kobanê hêzên YPG, YPJ û enternasyonel hê pêşde diçin û serketinên mezin û berfireh dikin. Berxwedan hê berdewam dike. Peywireke me ya mezin avakirina Kobanê ye. Em vê yêk jî bîr nakirin. Em teqez mewziyên şehîdan vala nahêlin. Li şûna her şehîdekî em ê bi dehan û hezaran dabigirin. Şoreşa Rojava deriyê şoreşa cîhanê ye. Berxwedana Kobanê mizgîniya jiyana nû ye."
Piştî axaftinan Hunermend Cevdet Bagca derket ser dikê û bi stranên xwe girse coşand. Pîrozbahiya Newroza Pirsûsê bi staranên Bagca bi dawî bû.