NY: Li Îranê darvekirin li gor 12 salên dawî di asta herî jor de ye

Raportorê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Ahmed Shaheed, di civîna Konseya Mafê Mirovan a Cenevre de diyar kir ku rewşa mafê mirovan a Îranê xera bûye.

Hevdîînên têkildarî bernameya nukleerî ya bi Îranê re ku di rêya lihevkirinê de ketiye qonaxeke nû, raportorê NY ji bo di van muzakereyan de yên herî zêde winda bikin ne welatiyên Îranê bin xwest zext zêde bibin.

Di rapora ku Ahmed Shaheed pêşkêş kir de tê destnîşankirin ku darvekirin zêde bûne, rojnamevan û aktîvîst tên girtin, li hember jin û kêmaran cudatî tên kirin.

Raportor got,  "Ez başbûneke diyar û bi sînor a li qadê not dikim û silav dikim, lê rewşa giştî ya Îranê wek karesatekê didome.”

Li gor rapora hatiye pêşkêşkirin, di nav de 25 jin û 13 zarok jî ku hene herî kêm 753 kes di sala 2014’an de hatine darvekirin. Ev reqam li gor 12 salên dawî asta herî zêde nîşan dide.

Nîvê kesên hatine darvekirin, ango 362 kes ji sûcên tiryakê hatine mahkûmkirin.

Shaheed diyar kir ku dema wek nifûsê tê destgirtin, li gor kes darvekirin, herî zêde li Îranê rû didin. Shaheed ji Tehranê xwest ku demldest darvekirinan taloq bike.

Raportorê taybet ê NY, xwest rojnamevan û aktîvîstên ji ber azadiya ramanê hatine girtin bên berdan. Li gor raportor welatê herî zêde rojnamevan lê girtîne Îran e.

Tê diyarkirin ku rewşa binpêkirina mafan ji daneyên ku di raporên navneteweyî de tên diyarkirin zêdetir in.

Li gor çavkaniyên muxalif ên Îranî, tenê di 13 rojên destpêkê yên meha Adarê de 50 kes hatine darvekirin. Tê ragihandin ku ji sersalê ve hejmara kesên hatine darvekirin gihiştiye 226 kesan. Li Îranê tevayî darvekirin bi awayekî fermî nayên aşkerakirin.