Ji Newroza Pirsûsê hûrgilî û detay

Pîrozbahiya Newroza Pirsûsê ya sed hezaran kes beşdar bûn bi dawî bû û di pîrozbahiyê de dîmenên rengîn derketin holê.

Pîrozbahiya Newroza Pirsûsê ya sed hezaran kes beşdar bûn bi dawî bû û di pîrozbahiyê de dîmenên rengîn derketin holê.

Li sînorê Kobanê starta pîrozbahiyên Newrozê hat dayîn û bi sed hezaran kes hatin cem hev û Newroz bi coş pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de dîmenên rengîn derketin holê.

* Ji ber pîrozbahiya Newrozê ya li sînorê Kobanê li navenda Pirsûsê û gundê Etmanekê trafîk rawesiya.

* Bi hezaran kes bi wesayîtan ber bi qadê ve çûn û bi sedan xwendekar jî bi pirtûk û kincên dibistanê 5 km meşiyan û çûn qadê.

* Bi hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê û di konbajaran de dijîn jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

* Malbatên wêneyên şervanên YPG û YPJ'ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan di pêşiya girseyê de cih girtin.

* Solîsta Koma Rojava Bêrîtan a 8 salî bi staranên li ser Kobanê gotin demên hestiyan pêk hatin.

* Piştî li Kobanê li Kaniya Kurdan û gelek cihên din agirê Newrozê hate hilkirin girse ber bi sînorê ve meşiya. Piştî anonsên hatin kirin girse careke din paşve vegeriya.

* Di pîrozbahiyê de Koma Welatê Rojê, Hozan Comert, Grup Vardiya, Cevdet Bagca, Koma Rojava, Koroya NÇÊM'ê konser da.

* Heyetên ji parlamenterên Danîmarka û Elmanya tevlî pîrozbahiyê bûn.

* Li qadê bi sedan firoşkarên seyar li qadê cihê xwe girtin.

* Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG, YPJ, KJA hatin daliqandin.

* Wêneyên Arîn Mîrkan, Paramaz Qizilbaş, Kader Ortakaya û şervanên YPG û YPJ'ê hatin vekirin.

* Bi hezaran jin û zarok bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn.