Parêzer Çîçek bi 3 girtiyên ji Îmraliyê sewqî girtîgeha Tekîrdagê hat kirin re hevdîtin kir

Parêzer Cengîz Çîçek bi 3 girtiyên ku li Îmraliyê diman û di rojên buhrî de sewqî girtîgehek din hatin kirin re hevdîtin kir.

Parêzer Cengîz Çîçek bi 3 girtiyên ku li Îmraliyê diman û di rojên buhrî de sewqî girtîgehek din hatin kirin re hevdîtin kir.

Yek ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Çîçek bi 3 ji 5 girtiyên ji Girtîgeha Îmraliyê hatin veguhastin re hevdîtin kir. Çîçek diyar kir ku girtiyên bi navê Cumalî Karsu, Bayram Kaymaz û Hakki Alpan ji Girtîgeha Îmraliyê hatin girtin û sewqî girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Tekîrdagê hatine kirin û her sê girtî li girtîgehê niha her yek tenê dimînin, lê di rojên pêş de wê bikin odeya sê kesî. 

Çîçek anî ziman ku Hasîp Aydemîr û Seyhmus Poyraz jî sewqî girtîgeha Tîpa F a hejmar 2 a Kandirayê hatine kirin û got ku wê di rojên pêş de bi her du muwekîlên xwe re jî hevdîtinê bike.

Çîçek da zanîn ku ji sala 2011’an û vir ve bi hincetên cuda serlêdanên wan ên ji bo hevdîtina bi muwekîlê wan Ocalan û 5 girtiyên din hatiye astengkirin û got ku ev astengî didome. Çîçek wiha got: “Serlêdanên me yên ji bo hevdîtina muwekîlên me tên redkirin. Lê piştî 5 muwekîlên me yên din sewqî girtîgehên din hatin kirin serlêdanên me ji bo wan hat qebûlkirin.”

Li aliyê din tê payîn ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bi girtiyên nû ji bo Îmraliyê hatine sewqkirin re hevdîtinê bikin wê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bidin.