Li Şengalê çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin

Di çalakiya gerîlayên HPG'ê ya li Şengalê de çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Şengalê de çalakiyên gerîlayên HPG'ê û şervanên YBŞ'ê dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, diyar kir ku di 16'ê Adarê saet di 21:30 de li taxa Sûka Jêr a ser bi navenda Şengalê, hêzên gerîla çalakiyeke sûîqestê pêk anîne.

Hat ragihandin ku di encama vê çalakiyê de çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ, hatiye kuştin.