Agirê Newrozê li ser û bin xetê geş bû. Li ser xetê li gundê Etmanek ê Pirsûsê û li Kobanê jî li ser Girê Kaniya Kurdan û gelek nuqteyên navenda bajêr agir hat dadan. Newroz ji aliyê sed hezaran kesî ve tê pîrozkirin.
Pîrozbahiya Newrozê ya li ser sînorê Kobanê, bi beşdariya bi sed hezaran kesî destpê kir. Pîrozbahiya li Pirsûsê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna demokrasî û azadiyê destpê kir û ji bin xetê jî giseyên gel beşdar bûn. Li Kobanê ya ku roja 21'ê Adarê wê li ser Girê Miştenûrê pîrozbahiya mezin a Newrozê were lidarxistin, îro li Girê Kaniya Kurdan û gelek nuqteyên navenda bajêr agir hat dadan. Bi hezaran Kobaniyî ji bo bi sed hezaran beşdarên pîrozbahiyê silav bikin, herikîn ser sînor. Ji navenda navçeya Pirsûsê bi hezaran kes hînê diherikin qada bi alên KK, YPG û YPJ'ê hatiye xemilandin. Bi hezaran kesên li qadê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kadroyê pêşeng ên PKK'ê, şervanên YPG/YPJ'ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, vekirin. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Koma Welatê Rojê û Koma Rojava ya ji zarokên Rojavayî destpê kir.
Hozan Comert jî bi stranên xwe reng da pîrozbahiyê. Di vê navberê de heyeta ji Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya KCD'ê Selma Irmak, Serokwezîrê Kantona Cizîrê Enwer Muslim û gelek parlamenterên HDP'yî, gihaştin qada pîrozbahiyê. Newroza herî bi heybet a dîroka Kobanê û Pirsûsê, wê bi vêxistina agirê mezin ê Newrozê ji aliyê Serokwezîrê Kantona Kobanê, Hevserokên HDP û KCD'ê û parlamenterên HDP'ê, dewam bike.
Pîrozbahî wê piştre bi axaftinan û stranên hunermendên NÇM'ê dewam dike.